Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kelanteriya Serdeştê bû aremanca êrîşekê

22:16 - 9 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Du matorsiwarên nenaskirî bi narincokan êrîş kirin ser kelanteriya nav Serdeştê, û piştre cihê êrîşê bi cih hêlan.

Li gora raporên belavkirî roja Dûşemiyê 8’ê Tebaxê kelanteriya naskirî bi “Elîpûr” bû armanca êrîşekê. Vê êrîşê tu zirareke canî li pey xwe tunebû, lê zirar madî hebû, û çendîn dukanên derdora vê kelanteriyê xisra dîtin.

Di vê derheqê de Ezîz Hesenî, fermandarê Serdeştê, ew êrîş piştrast kir, û bas ji vê kir ku piştî vê êrîşê hêza Întizamî jî ew dane bergulleyan û 10 deqeyan şer rû da.

Heya belavbûna vê nûçeyê jî, tu kes û aliyekî berpirsyariya vê êrîşê negirtiye stûyê xwe.