Kurdistanmedia: Nûnerê bajarê Qumê di Meclisa Şêvra Îslamî ya Îranê de ragehand ku amara bêkariyê cihê heyrîmanê ye, û pîşesaziya welat jî bi têkçûnê re berbirû bûye.
Li gora nûçegihaniyan, Mucteba Zeynûr nûnerê bajarê Qumê di meclisê de, rû li Rûhanî dibêje: “Hûn radigehînin ku di sê salên borî de, we du milyon û 500 hezar derfetên kar pêk anîne, lê em agehdar in ku tu pirojeyeke nû nehatiye vekirin, û ên nîve tewaw jî, wekî xwe mane”.
Navbirî piştre bas ji “bercam”ê jî dike, û dibêje hekî petrol zêdetir ji berê tê firotin, û tehrîm li ser me rabûne, çima ew qas bêkarî heye, renge ew perê ku dikeve destê berpirsan de, bona çalakiyên hilbijartinê û bidestxistina dengên zêdetir bê xerckirin.
Gotinên vî nûnerê meclisa rejîmê di demekê de ye ku nawenda lêkolînên meclisê roja borî derheq zêdebûna bêkariyê û encamên wê hişdar da, û ragehand ku heya sala 1400 zêdetir ji 4 milyon bêkar wê di Îranê de hebin.