Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şepêla pêşeroja Kurdî derheq bûyerên li bajarê Bane de daxuyaniyek weşand

16:08 - 6 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Piştî kuştina du kolberan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li bajarê Banê û serhildana xelkê bane li dijî vê hovîtiya hêzên rejîmê, Şepêla pêşeroja kurdî bi weşandina daxuyaniyekê piştgirî da xelkê Bane.

Deqa daxuyaniyê weha ye:

Şepêla pêşeroja kurdî siyaseta kuştin û bidarvekirina ciwanên kurd li Rojhilatê kurdistanê şermezar dike


Hikûmeta Îranê di çarçovê siyasetên xwe yên faşistî li dijî miletê kurd, roja Duşemî 04.09.2017`an, du ciwanên kurd yên kasibkar bi navên Qadir Behramî ji gundê wezmille û Heyder Fercî ji gundê Şeşe a ser bi bajarê Bane, di navçeya Hingejale ya sînorî de kuştin.

Ev kiryara kuştinê ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, dikeve çarçovê kiryarên terora dewletî de, ku bû sedema peydabûna nerazîbûnek berferh li bajarê Bane li kurdistana Îranê, ku bi hezaran xelk rabûne ser xwe, û dest bi xwepêşandanê kirin, û bazar bi yekcarî hat daxistin. Xwepêşenderan daxwaza ragirtina zincîra kiryarên armanckirin û kuştina sivîlan kirin.

Xwepêşanderan dergehê avahiya fermandariyê û sercem dikan û cihên bazirganiya bajar daxistin. Lê ew rastî gazên rondikrêj û gulleyên pilastîkî hatin.

Em wek Şepêla Pêşeroja kurdî li Sûriyê bi tundî kiryarên rijêma Îranê ya faşist û kuştina xelkê kurd reswa û şermezar dikin, ku bi dehan ciwanên kurd û nemaze xelkên kasibkar li navçeyên sînorî bi bihaneya qaçaxiyê heya niha hatine kuştin.

Hevdem Şepêla Pêşeroja Kurdî bangwaziyê li deste û saziyên navdewletî dike bo ragirtina zincîra kuştin û komelkujiyên derheq ciwanên kurdan de çê dibin, nemaze kiryarên sêdaradanê yên li dijî çalakvanên kurd, li hember vî siyaseta faşist ya rijêma Îranê de bêdeng nemînin.

Di dawiyê de em hevxemiya xwe ligel miletê kurd li Rojhilatê kurdistanê radigehînin, û herwiha em daxwaza anîna fişaran li ser rijîma Îranê ji aliyê Netewên Yekgirtî ve dikin, ji bo rûbirûbûna destêwerdana wê ya li tevaya navçeyê, û nemaze di Sûriyê û Kurdistana Başûr de, û bang li partiyên kurdistanê û rêxistinên mafên mirov yên kurdî û navdewletî dikin ji bo şermezarkirina siyaseta rijîma Îranê ya faşist û dagîrker ya radibe bi piyadekirina siyaseta qirkirinê û komelkujiya bernamerêjîkirî, nemaze di derheq gelê kurd û çalakvan û siyasetmedarên Kurdistana Rojhilat, bêdeng nemînin.

Desteya serkirdayetiya Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê
04.09.2017