Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

ENKS: Em siyasetên rejîma Îranê derheq gelê Kurd şermezar dikin

14:46 - 10 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Encûmena Niştimanî ya Kurd Bangewaziyekê dide Civaka Navdewletî ji bo Rawestandina Kiryarên Rijêma Îranê li dijî Gelê Kurd.

Encûmena Niştimanî ya kurd (ENKS) di daxuyaniyekê de, riftar û kiryarên kuştinê û bidarvekirina bikom li qadên bajaran û sercem awayên çewsandinê û regezperistiya netewî ya rijêma Îranê li dijî gelê kurd li Kurdistana Rojhilat şermezar kir.

ENKS`ê hevxemiya xwe dupat kir ligel gelê kurd li Îranê û tevger û partiyên wê yên ku bi xweragerî xebatê dikin li dijî rijêma wê ya gendel û regezperest, ji bo bidestxistina mafên netewî yên gelê kurdistanê.

Herwiha ENKS`ê bangewazî da NY û rêxistin û saziyên navdewletî û hikûmetan, ku bêdeng nemînin, û bi rijdî kar bikin ji bo rawestandina tawankariyên rijêma Îranê, û danîna sînorekî jê re, û pêşkêşkirina alîkariyê ji bo rizgarkirina gelên Îranê bi giştî û gelê kurdistanê bi taybetî, ji destê vê rijêma stemkar, û bidestxistina azadiyê û jiyaneke birûmet.

Di daxuyaniya ENKS`ê de herwisa hatiye: Di heman demê de ku rejîma melayên Îranê destêwerdanê di dewletên navçeyê de dike, û wêrankirina ewlehî û seqamgeriya wan ji xwe re wek rêbaz dibîne, û piştgiriya rejîm û desthilatên dîktator li navçeyê dike, ew berdewam e li ser tepeseriya gelên Îranê bi awayekî hovane.

Ew Rejîm ne tenê îdolojî û boçûnên xwe yên mezhebî disepîne û xelkê bêdeng dike, û bi hezaran kesî di girtîgehên xwe de zindan dike, herwisa çek û gulleyan jî di kuştina xelkê sivîl de bi kar tîne, û bidarvekirinên bikom li qadên bajaran pêk tîne, bi taybetî li dijî gelê kurd û tevgera wê ya rizgarîxwaz li kurdistana Rojhilat.

Rejîma Îranê bi dirêjahiya desthilata xwe, kuştinê û siyasetên dijminkarî li dijî gelê kurd bi kar tîne, û rola gelê kurd ya erênî, her ji rojên pêşîn di şoreşa gelê Îranê de red dike, û ev siyaset bûye pêrew û reftarek ji bo tepeserkirina rojane û bidarvekirina ciwanên kurd bi armanca tirsandin û têkşikandina viyana xebata wan ya rewa ji bo bidestxistina mafên xwe .