Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha Pasdaran li Xozistanê amade ye\\ destbiserkirina 7 hevwelatiyên Ereb

16:29 - 14 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê hevdem tevî amadeyiya hêzên Sipaha Pasdaran di paygehan de, rawestangeh û xalên gerînê li Xozistanê danîne û 7 hevwelatiyên Ereb destbiser kirine.

Li gor çavkaniyên mafên mirovan, rejîma Îranê di devera Erebakincî a Ehwazê de rawestangeh û xalên gerînê li ser riyên gundên Ereban danîne û hêzên xwe di payîgehan de amade kirine û eskerên Ereb şandine mal “mirexesî”ê.

Li gor raporan, destbiserkiriyên wê dawiyê ên Ereb ev in: Nebî Sewarî 25 salî, Sadiq Şerhanî 30 salî, Mehmûd Siyahî 30 salî, seyd Nebî Mûsewî 26 salî, Mehmûd Sewarî 25 salî, Eqîl Sewarî 30 salî.

Çend rojan berî niha jî dadgeha Şoreş hukmê îdama Arif Hemîdyan da û hukmê han di qonaxa cih bi cihkirinê de ye.