Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyek Kurd yê bajarê Urmiyê li bajarê Zencanê hat kuştin

20:55 - 15 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Hevwelatiyek Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê kesanek nenaskirî li bajarê Zencanê bi lêxistina kêran hat kuştin.

Li gor rapora nûçegihaniya “Kurdpa”, berwar 7’ê Nîsana 2012’an, hevwelatiyek xelkê gundê “Rewend” yê ser bi bajarê Urmiyê, bi navê “Pervîz Silamet” kurê “Xalis” temen 45 salî li bajarê Zencanê ji aliyê çend kesên nenaskirî ve ket ber êrîşa kêran û hat kuştin.

Li gor hemen çavkaniyê û li zarê kesek nêzîk ji malbata Pervîz Silamet”, heftiyek berî niha navbirî li bajarê Zencanê pereyek zaf bal de bûye, lewma çend kesek nenaskirî hêrîşî wî dikine û bi lêdana kêran bi tundî birîndar kirine û piştre ji xeniqandine.

Li gor nûçeyê han, heftiyek piştî bûyera han, tu zanyariyek ji sedemên kuştina Pervîz ji aliyê navnedên pêwendîdar ve bi malbata wî nehatiye ragihandin.