Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya givaşan li ser kedkarên Kurdistanê

20:42 - 30 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Tevî derkirin û nedana heqdestê kedkaran li Kurdistanê, îzna tu cure civînekê nerazîtiyê jî bi wan nahê dayîn.


Gefên hêzên ewlekarî û nîzamî ên rejîma Îranê boser çalakên kedkariyê bi taybetî di nêzîkatiyên roja cîhanî a kedkaran de zêde bûne û destbiserkirin û gazîkirina kedkaran bo navnedên hikûmetî pêtir bûye.
Li gor rapora malpera “Komîteya Hevahengî A Hevkarîkirin ji bo Pêkanîna Saziyên Kedkarî”, di doma gefên li ser çalakên kedkariyê li bajarê Sinê 6 hevwelatî bi navên “mecîd Hemîdî”, “Koruş Bexşende”, “Xalib Husênî”, “Xalid Husênî”, “Ferdîn Mîrekî” û “Kerîm” ji aliyê îdareya Îtilaata bajarê Sinê ve gef ji wan hatiye xwarin ku di egera beşdarîkirin di rê û resmên 1’ê Gulanê roja cîhanî a kedkaran de, dihên destbiserkirin.
810.jpg

Her di vê pêwendiyê de îdareya Îtilaata bajarê Sinê, li berwar 28’ê Nîsana 2012’an, di riya telefon yan hizûrî gef ji hejmarek çalakên kedkariyê xwarine û bi wan ragihandin ku di egera her pêwendîkirinekê de bi her rê û resmên bi boneya roja cîhanî a kedkaran, dihên destbiserkirin.
Zêdebûna derxistina kedkaran li ser karên wan
Li gor nûçegihaniya “Kurdpa”, pêşhatina arîşeyan di yekeyên berhemanînê il bajarê Kirmaşanê, bûye seba derxistina 1100 kedkaran.
Li gor çavkariya han di destpêka sala derbasbûyî bi dorpêçên tund ên navnetewî li ser rejîma îslamî a Îranê, bûye seba derxistina kedkaran û daxistina hejmarek berbiçav a yekeyên berhemanînê. Şirketên weke Mahîdeşt a Kirmaşanê, Pûya Xerb û şirketa Cîhan Fûladî a Xerb û şirketa Çîniyan a Kurd, ku ji wan şirketane de pêtirî 1100 kedkar li ser karên wan hatine derxistin û hin ji wan jî heqdestên kedkaran nedane.
Herweha li gor rapora malpera Kirmaşan Post, 70 kedkarên şaredariyê ên Qesra Şirîn li ser kar hatine derxistin.
808.jpg

Berpirsên hikûmetî ên rejîma Îranê bas ji zêdebûna asta henardekirinê li bajarê Qesra Şirîn û bazar û gumrikê dikin, lê para kedkaran ji wan sozên dewletê tenê bêkarî ye.
Di wan çend mehên derbasbûyî seba tehrîmên li ser rejîma Îranê û birêvebirina gelaleya armancdarkirina yaraneyan, di Kurdistanê de berbirûyê derxistin li ser karên wan bûne.
Li gor amarên fermî di yek sala derbasbûyî de 100 hezar kedkar di hezar yekeyên berhemanînê li ser karên xwe hatine derxistin.
Amarên hin çavkaniyan dibêjin, di destpêka newroza îsal de heya niha, li bajarên Kirmaşan, Qurwe, Bokan, Sinê, Qesr Şîrîn û Mehabadê nêzîkî 1400 kedkar bêkar bûne.
Civînên nerazîtiyê li hember rewşa han

Li gor raporên nûçegihaniyan ên çalakên mafên mirovan, civînên nerazîtiyê ên kedkaran li Kurdistanê di pêwendî li gel nebaşbûna rewşa karên wan û pêranegihîştin bi xwastên wan, dest avêtine meşên nerazîtiyê ku di encam de bûye seba derxistina çendîn kedkarên nerazî.
809.jpg

Weke mînak dikarin civîna nerazîtiyê a 150 kedkarên karxaneya fûlad a Zagros li bajarê Qurwe û herweha civînên rojane ên kedkaran li hember deriyê “Îdareya Berhevkrina Civakî” li bajarê Kirmaşanê bînin ziman.