Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Swîsê xwenîşandanek cemawerî bo salvegera şoreşa Jînayê bi rê ve çû

12:04 - 17 Îlon 2023

Roja Şemî rêkefta 25ê Xermananê, xwenîşandanek cemawerî bi beşdariya sedan welatiyên Kurd û Îranî û neteweyên din yên Îranê li bajarê Bazil li welatê Swîsê bi rê ve çû.

Di vê xwenîşandanê de Zahîr Qadir Hacî, berpirsê komîteya Swîs ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, gotara destpêka bernameyê pêşkeş kir û li beşek di gotara xwe de behsa zilm û cinayetên herdu rejîmên Pehlewî û Komara Îslamî di heyama sed salên derbasbûyî de kir û got, terora Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, dirêjeya heman tawan û cinayeta derbasbûyî bûye.

Navbirî di dirêjeya peyamê de behsa girîngiya yekgirtî û hêz û aliyan, herwisa rol û pêgeha Hizba Demokrat li cemawerîkirina xebatê kir.

Piştre peyama gelê Belûçistanê hate pêşkeşkirin û li dirêjeya beşa yekem a bernamê de dîlanek digel parçe helbest bi zimanê Almanî hate pêşkeşkirin.

Li dawî beşa dirêjeya bernameyê de şanoyek ji aliyê komek li jinên çalakvanên Rojhilatê ve hate pêşkeşkirin.