Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Hizba Demokrat li konferanseke taybet bi şoreşa Jînayê li welatê Swêdê beşdarî kir

10:38 - 18 Îlon 2023

Nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Swêdê li konferansa Jînayê ya li jêr navê “ji duh ve ber bi pêşerojê ve” beşdarî kir.
 Konferansa Jîna ya bi navê “ji duh ve ber bi pêşerojê ve” roja Şemî 25ê Xermananê, hevdem digel yekemîn salvegera şoreşa Jînayê li bajarê Stokholmê bi rê ve çû û di vê konferansê de Aso Salih bi nûneratiya Hizba Demokrat beşdarî kir.
Nûnerê hizbê li panêla “hizb û pirsa yekîtiya neteweyî” tevî îşarekirin bi hewlên Hizba Demokrat bo komkirina hemû aliyên Kurdî û Îranî di yek sala derbasbûyî de, got: Girîng e ku em diyalog û pirensîp û bingehên xwe biparêzin, me wekî Hizba Demokrat bingeh û pirensîpên xwe yên netewî parastiye.
Herwisa Aso Salih li hember girîngiya gotara hevbeş di nav hizban de got: “Pêwîst e em wekî hizbên Rojhilatê Kurdistanê di pêngava yekem de çarçêveya gotariya xwe şikil bidin û li ser bingeha wê, armancên xebat û rêyên xebatê hilbijêrin”.
Hêjayê gotinê ye ku ev konferanse ji aliyê Navenda Netewayetî ya Rojhilatê Kurdistanê û Tora Medyayî ya Jînayê ve hatibû pêkanîn.