Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst li ser sînorê Serdeştê kolberek birîndar kir

11:21 - 18 Îlon 2023

Kolberekî Kurd ê bi navê “Şehram” ku nasnavê wî nehatiye zanîn, li encama teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a terorîst li sînorê bajarê “Serdeşt”ê, hate birîndarkirin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, şeva 26ê Xermanana 1402 a Rojî, kolberekî Kurd ê bi navê “Şehram”, li encama teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a terorîst li ser sînorê “Kanîzer” ê ser bi bajarê “Serdeşt”ê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Hêzên Spaha Pasdaran bi awayê rastersat teqe li komek ji kolberan kirine ku di encam de “Şehram” hatiye birîndarkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek li derheq rewşa tendirustiya wî kolberî birîndar li ber dest nîne.

Di vê derheqê de û li 15ê Xermananê, kolberekî xelkê bajarê Banê yê bi navê “Selah Hesenî” li xala sînorî ya vî bajarê bi sedema teqeya resterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê bi dijwarî birîndar bibû û bo navenda dermanî ya bajarê Tewrêzê hatibû veguhastin.