Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmeke vebîranînê bo şehîdên Mîkonûsê li welatê Almanê bi rê ve çû

12:41 - 20 Îlon 2023

Roja Yekşemî 26ê Xermanana 1402 a Rojî, rêûresmek bo vebîranîna şehîdên “Mîkonûsê” li welatê Alman bi rê ve çû.
Di vê rêresmê de, peyama Komîteya Hizba Demokrat li welatê Almanê ji aliyê “Kawe Şerîfiyan” ve hate xwendin; Piştre endamê dêrîn ê Hizba Demokrat “Hacî Cundî” tevî bixêrhatinkirina beşdarbûyên rêûresmê, gotarek li ser xebata gelê Kurd li Îranê pêşkêş kir.
Piştre sirûdek li jêr navê “Dr. Seîd” ji aliyê girûpa huneriya “Başdar” ve hate pêşkêşkirin
Herwisa peyama Komîteya Hizba Demokrat li welatê Almanê ji aliyê “Metîn” ve bi zimanê Almanî hate xwendin û peyama Yekîtiya Jinên Demokrat ji aliyê “Ferzane Rezewî “ ve hate xwendinê. 
Di vê rêûresmê de hevalê şehîd “Dr. Seîd” û dostê dêrîn ê Hizba Demokrat “Perwîz Destmalçî” bi behskirina bîranînên xwe li dema şehîdbûn û çawahiya terora şehîdên Mîkonûsê dest pê kir û behsa rewş û kiryarên cinayetkaran kir ku çawa piştî encamdana cinayetan pile û payeyên wan têne bilindkirin, herwisa di dawiya axavtinên xwe de behsa proseya Dadgeha Mîkonûsê û encamên vê kir. 
Di beşên din ên vê rêûresmê de peyama Komeleya Kurdê Sûriye ji aliyê “Seîd Ebdulmecîd” ve hate xwendin û pişter stranek ji aliyê keça şehîd “Barzan” ve hate pêşkêşkirin, peyama Komîteya Piştevanîkirin a Partiya Çep a Îranê ji aliyê “Seîd” ve hate xwendin, herwisa stranek ji aliyê endamê Hizbê “Îsmaîl Melayî” ve hate strandin, şêwekariya huneriya Belûçan jî hate pêşkêşkirin û gotara Hizba Milliyeta Belûşistanê ji aliyê “Emîrerselan Erbabî” ve hate xwendin, stranek ji aliyê Fayiq Emînî” û pêşkêşkirina sirûda “Sadiq Şerefkendî” ji aliyê girûpa hunerî, beşên din a vê rêûresmê bûn.
Herwisa “Partiya Demokrat a Kurdistanê, Mucahidînê Xelq a Îranê, Federasiyona Komeleyên Kurdistanî yên Alman û Komeleya Dostayetiya “Kurd û Alman” bi şandina peyam, yada Dr. “Sadiq Şerefkendî” bi bilindî ragirtin û terorîzma rejîma Îranê şermezar kirin.