Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêbînareke teşkîlata navxweyî bo Endamên Hizbê li welatê Norwêjê bi rê ve çû.

12:28 - 24 Îlon 2023

Roja Înê 31ê Xermanana 1402 a Rojî, Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Norwêjê, bi beşdariya beşeke berçav li endamên hizba Demokrat wêbînareke teşkîlata navxweyî bo kek Omer Balekî, Endamê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat hate lidarxistin.

Li despêka wêbînarê de, kek Omer Balekî berhevdaneke giştî li ser despêka damezrandina Hizba Demokrat heya niha bo beşdarbûyan behs kir û piştre îşare bi erk û mafên endaman li refa teşkîlatî de rohin kir û di vê peywendiyê de, amaje bi rol û bandora teşkîlatê kir bi taybet di vê rewşa niha de.

Kek Omer Balekî di nava axaftinên xwe de got: di şoreşa Jînayê de Hizba Demokrat gelek berpirsane riftar kir û siyaseta hekimyane ya rêberiya Hizbê sedemek bû ku li navxwe xelkê piştgîriya hizbê kir û li hemû bajarên Kurdistanê bi dirûşma bijî hizba Demokrat rûbirûyê dijmin bûn, her eva jî bû sedem ku Komara Îslamî hewil bide bi mûşek û dironan û givaş xistina bo ser Hikumeta  Îraqê û Herêma Kurdistanê, li ser vê baweriyê bûn ku wê bikarin peywendiya di nav bera Hizba Demokrat û xelkê navxwe de qut bikin.

Navbirî di beşek li axaftinên xwe de girîngiya ragihandin û bandora dezgehên ragehandinê li ser pêvajoyan bo hevalên hizbî rohn kir û behsa vê yekê jî kir ku, dujmin bi hemû awayekî hewla belavkirina zanyariyên dûr ji rastiyê dide û tevî nîgeraniya xelkê, hewil dida pirsgirêkan di nav hêzên Kurdî de biafirîne, ji ber hindê dibe endamên hizbê gelek bi agahî ve riftar bikin ku nekevne dafka pîlanên rejîmê.