Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê Pêwendiyên Navnetewî ya Hizba Demokrat digel Endama Parlemana Otrîşê kombûn lidar xist

12:39 - 9 Îlon 2023

Roja Pêncşemî 16ê Xermanana 1402 a Rojî, Berpirsê Pêwendiyên Navnetewî ya Hizba Demokrat li Otrîşê “Mihemed Feqê Elî”, li devedevê salvegera şehîdkirina “Jîna Emînî” û destpêkirina şoreşa “Jin Jiyan Azadî”, li bargeha Partiya Sosyal Demokrat a Otrîşê digel Berdevk û Parlemantara vê Partiyê li Parlemana Otrîşê “Pêtra Bayer” civînek lidar xistin.

Di destpêkê de “Mihemed Feqê Elî” bi kurtî behsek li ser dîroka Hizba Demokrat, hewlên Hizba Demokrat li pêxema demokratîzekirina civaka Îranê, pêdegiriya Hizba Demokrat li ser cihgîrkirina demokrasî li Îranê û bi hevrejiyana hemû neteweyên li cugrafiyaya Îranê bi awayekî aştîxwazane û li ser pêgeha mafê wekhev, pêşkêş kir.

Berpirsê Pêwendiyên Navnetewî ya Hizba Demokrat li Otrîşê di axavtinê xwe de behsa vê yekê kir ku destpêk û lêxistina cirûska şoreşa “Jîna”yê ji Kurdistanê ve hate destpêkirin û biwêrî û hêza xelkê Kurdistanê wek daynamoya sereke ya vê şoreşê bûye, lewma hewce ye ku part û aliyên siyasî yên welatan û bi taybet welatê Otrîşê, piştevanî ji xelkê Kurdistanê bikin û îtirafê bi vê yekê bikin ku Îran welatekî çendîn neteweyî ye û hewce ye ku mafê mirovî yên neteweyên din li Îranê bi fermî bê naskirin.

Piştre navbirî tevî îşarekirin bi gefxwarinên rejîma Îranê bi mûşek û dironan bo ser kempên penaberên Kurd li Başûrê Kurdistanê û şehîd û birîndarkirina bi 10an kesan û beşeke din ji cinayetên rejîma Îslamî ya Îranê li Kurdistanê digel vê Parlemantara Otrîşê xiste ber behsê.

Di dawiya vê kombûnê de “Pêtra Bayer”ê kefxweşiya xwe li vê hevtînê û amadebûna xwe bo berdewamiya hevdîtin û berdewamiya wan digel nûneratiya Hizba Demokrat da xuya.