Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Hizba Demokrat digel Parlemantarê Partiya Sosyal Demokrata Swîsê civiya

12:38 - 11 Îlon 2023

Di heyama rojên derbasbûyî de, heyeteke Hizba Demokrat li bajarê “Bazil” ê welatê Swîsê, li ser banghêjiya Parlemantarê Swîsê “Mistefa Atîç” ku Kurd e, di kombûnekê de ku bo Hizb û aliyên Kurdî yên li Swîsê hatibû pêkanîn, beşdarî kir.

Di vê kombûnê de “Mistefa Atîç” îşare bi hilbijartinên meha Oktobira Swîsê kir û bal kêşa ser girîngiya beşdarbûyên Kurdan di vê hilbijartinê de, ku beşdariya wan bo piştevanîkirin ji berbijêrên Kurd û bihêztirkirina aliyên Kurdî û dengvedana zêdetir li ser pirsa Kurd di civîn û kombûnana de girîng e.

Navbirî hevkariya Hizb û aliyên Kurdî li welatê Swîsê bi girîngî da zanîn û sipasiyeke taybet ji heyeta Hizba Demokrat kir ku di vê kombûnê de wek teke Hizba Rojhilatê Kurdistanê beşdarî kiribû û pêwendiya di navbera Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê digel Partiya Sosyal Demokratê de bi gelek girîng da zanîn.

Hêja Mengur ku nûnerê Hizba Demokrat bo pêwendiyên derve li Swîsê ye, bi hevkariya “Umer Ebdullahzade”, beşdarî di vê kombûnê de kiribû, navbirî di axavtinên xwe de behsa rewşa niha ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir û daxwaz kir ku Partiya Sosyal Demokrat a Swîsê, ku di desthilata wî welatî de beşdar e, zêdetir girîngiyê bi bûyerên li Îranê bide û helwîstên siyasî yên dewleta Swîsê li derheq Îranê û rewşa xirab a mafê mirovî li Kurdistan û Îranê li berçav bigire û di pêwendiyên xwe de digel rejîma Îslamî ya Îranê, van mijaran ber çav bigirin.

Di beşeke din a vê kombûnê de, behsa şoreşa Jîna û rola çalak û erêniya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di heyama sala derbasbûyî de hate kirin.