Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek li ser 100 saleya peymana “Lozan”ê li welatê Swêdê bi rê ve ço

11:11 - 5 Çirriya pêşîn 2023

Roja Sêşemî 11ê Rezberê, semînarek li derheq 100 saleya peymana Lozanê, li yek ji holên parlemana Swêdê de bi alîkarî û pêşdestiya Hizba Sosyal-Demokrat a Swêdê hate lidarxistin û heyeteke Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ku ji “Hemîd Teymûrî, Niştîman Ezîzî, Mujde Ezîzî, Emîn Reşîdî û Ezîz Seyîdnijadiyan” pêk hatibû, li vê semînarê de beşdar bûn.
Pêkhênerên vê semînarê, Parlemantarên ser bi Hizba Sosyal-Demokrat “Ola Molêr”, berpirsê Rayeleya Swîdî-Kurdî û “Kadîr Kasirga” û “Leyf Nîmsêd” bûn û herwisa hejmareke zêde ji nûnerên rîêkxirawên Kurdî û kesayetiyan jî beşdar bûn.
Panîêl ji aliyê endamê rêberiya Hizba Demokrat Dr. “Îdrîs Ehmedî”, “Kurdo Baksî” û “Îsmaîl Kamîl” ve bi rê ve ço. Dr. “Îdrîs Ehmedî” wek kesê yekem ê vê panelê, gotarek hûr li ser peymana Lozanê û dîroka vê peymanê pêşkêş kir û îşare bi taybetmendî û jêopolîtîk û cografiyaya taybet a Kurdistanê kir ku ji aliyê 4 dagîrkeran ve hatiye dorpêçkirin û nebûna rêya deryayî bo alîkariyên derve, hindek din çarenivîsa Kurd xistiye jêr bandora xwe.
Herwisa navbirî îşare bi vê yekê jî kir ku lêkolîneke wiha li ser dîroka Kurd ku Kurd bi xwe kiribe nîne, çimkî Kurd bi xwe enistîtoyek nebûye û nebûna dewleta Kurdî jî astengek mezine bo nebûna wê lêkolînê.
Piştre “Kurdo Baksî” wek kesê duyem ê vê panelê, baseke giştî li ser peymana Lozanê û bi taybet rola nerênî ya Tirkiyê li wî warî de pêşkêş kir.
Piştre “Îsmaîl Kamîl” wek kesê sêyem ê vê panelê, bi kurtî li ser peymana Lozanê û nehametiyên vê bo netewa Kurd axivî û îşare bi vê yekî jî kir ku hewce ye welatên Rojavayî piştevanî li mafên netewî yên Kurd bikin.