Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna 18 mîn Kongerya Rêkxistina netewên bê dewlet

11:22 - 2 Çirriya pêşîn 2023

Roja Şemî 8ê Rezbera 1402 a Rojî, 18 mîn kongereya Rêkxistina netewên bê dewlet “UNPO” bi beşdariya Dr. Elî Ebdulîzade Nûnerê Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê û Endamên serokatiya vê Rêkxistinê, dest bi karên xwe kirin.
Kongere bi axaftina Êdna Îsmaîl, Seroka Rêkxistina Netewên bê Dewlet dest bi karên xwe kir, piştre bixêr hatina beşdarbûyên Kongere yê kir û Serokê Rêkxistinê behsek kurt li ser dawîn guhrenkariyên peywendîdar bi UNPO “Netewên bê Dewlet”, pêşkeş bi amadebûyan kir, navbirî hevdem behsek li ser biryar û raspardeyên kongereya berê jî kir.
Di beşek din a kongirê de, Robîna Gîrnûd Cihgira Serokê UNPO, behsek li ser rewşa kargêrî û darayî ya Rêkxistinê kir.
Beşeke girîng a karê kongirê bo behs kirin û axivtina li ser guhrenkariyan û li peyrewa navxwe û esasnameya vê Rêkxistinê hate mizext kirin, piştî behs û berhevdanan, guhrenkariyên pêşêlkirî li peyrewa navxwe û esasnameyê de, ji aliyê endamên kongereyê ve hate pejirandin.
Beşa dawî a kongereyê bo behs kirin û pesendkirina biryarnameyên kongereyê li hember endametiya çend aliyan, hate mizxt kirin.
Piştî çend demjimêr karê berdewam, kongereya  UNPO “Rêkxistina Netewên bê Dewlet, bi serkevtiyane dawî bi karên xwe anî.