Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Ava” zaroka ku bû goriyê hezkirina dê û bavan

17:53 - 11 Kanûna Paşîn 2024

N: Şîma Xwedabende

Çima em gihîştin wira? Kîjan faktor dibin sebeb ku zarok bi hêsanî li gorîgeha malbatê werin darve kirin? Di wêjeya piraniya ol û baweriyan de, malbat ji bo endamên xwe wekî navendek ewlehiyê tê temisîlkirin, di bin vê stargeha kêmek îstîkrar de, mirov ji her cure metirsiyekê ku li derve rû bi rûiyê wan dibin tên parastin.

Lê, di çend rojên borî de, lêdan û tundûtîjiya fizîkî ya li dijî zarokeke temen 4 salî di bin heman stargeh(malbat)a kevin de, pirsên nezelal di hişê min de çêkiriye, gelo bingeha malbatê hejiya ye? Lawaz bûye? Çi nexweşiyeke bêderman di van rojan de ketiye can û derûna ne ewqas baş malbatê de, ku bi wî rengî, tazî û nepak endama xwe di semenê de difetisîne?

Em îro hemû xemgîn û şîna “Ava” temen 4 salî ne, ji ber ku “Ava” ne qurbaniya yekem a bêdilovaniyê bûye, çiqas pir in qurbaniyên ku bi salan in di nav vê malbatê de mirine, hê nehatine veşart in.

Em xembar û tazîdar in, ji ber ku malbat bi xwe ji hezkirinê, ji aboriya nexweş, ji têkçûna debara jiyanê, ji hev berdanên bêhejmar, ji zarokên encamên ji hev berdanê, ku gelek ji wan çarenivîsa “Ava” yê bendan wan e, ji bêparbûna azadiyê ya ku dayîk û zarokê neçar dike ku bo derveyî sînûran birev in. Ya ku di xeyala wî de jê re azadî tê gotin, û em xembar in ji bo malbata bi navê şaristanî, ku hîn di qonaxa xwe ya derbasbûyî de ye, lê bi diyar, ji prensîbên nivîsikî yên têkiliyên malbatê peyrewî dike, di heman demê de ne wisa ye, yên weke “Ava” yê li vê erdnîgariya xembar de ku behsa xizaniyê dikin, ev têkiliyên ku em ji ber wan her roj şîna ji destdana zêdetir a bêbaweriya malbatê û jihevketina navenda germ a ewlehiyê ye.

Ez di vê baveriyê de me ku çavkaniya van hemû belayên krîzê yên ku pêsîra navenda malbatê girtine û wek metirsiyeke cidî tên dîtin, rewşa kaotîk a aborî ye ku zirarên civakî zêde kiriye, amar diyar dikin ku ji her 100 zewacê 32 zewac bi jehev qutbûnê diqede. Ji ber wê ku piraniya zarokên ji hevqut bûnê mafê xwedîtiyê ji bav re heye û ev maf ji dayîkê tê standin, çarenivîsek mîna “Ava” li benda wan e, belkî jî “Ava” herî bextewar be di wê wateyê de ku kameraya hewşa malê perdeya wê sûcê rakir û veşartî nema.

Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku zirara hevberdanê di rêza yekem de bandorê li zarokan dike û di gava pêş de rasterast malbatê dike armanc û ev yek jî dibe sedem ku paşeroja zarokan têk biçe û heta yên mîna “Ava” yê wan bixe nav  destên zirdayîkên hov de.