Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina xelkê Kurd û Belûç ji aliyê rêjîma Îranê ve berdewam e

12:11 - 9 Adar 2024

Rêjîma Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê de 2 girtiyên Kurd û li Belûçistanê de jî 3 girtiyên Belûç li heyama wan çend rojan de bidar vekirine.

Pêka rapora Ajansa “Kurdpa”yê, sibêdeha roja Pêncşemî 17ê Reşemê, rêjîma Îranê li bajarê Mihabadê de welatiyekî Kurd ê bi navê “Fexredîn Mengurnijad” ê “kurê Bayezîd” ê xelkê bajarê Şinoyê û herwisa girtiyekî din ê bi navê “Ebas Dadwer” ê kurê “Ehmed” ê xelkê bajarê Mihabadê, li girîgeha rêjîmê li wî bajarî de bidar vekirin.

Pêka rapora “Resedê Belûçistan”ê rêjîma Îranê 3 girtiriyên Belûç li 3 girtîgehên cuda de li îranê biadrvekirine, pêka vê raporê, “Mîlad Gelwî” yê temen 29 salî yê xelkê bajarê “Zabol”ê û rûniştiyê bajarê “Xaş”ê û “Ferşad Rexşanî” yê temen 25 salî yê kurê Seyîd Ehmed ê xelkê gundê “Dehene”yê ser bi bajarê Kulale li parêzgeha Gulistanê û “Mehdî Gurgîc” ê temen 50 salî û xelkê gundê “Xêrabad”ê ser bi devera Zehekê” ku bavê 2 zarokan e, li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Xaş, Gunbed Kavûs û Zencan”ê de bidar vekirine.

Pêla sêdaredanê li Îranê de û bi taybet sêdaredana Kurd û Belûçan roj bi rojê zêde dibe.