Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Arjantînê daxwa binçavkirina Wezîêrê Navxwe yê rêjîma Îranê li Interpolê kir

12:31 - 24 Nîsan 2024

Dweleta Arjantînê daxwaz ji Interpolê kir ku Wezîrê Navxwe yê rêjîma Îranê binçav bikin ku ji aliyê dadhgeha Arjantînê ve hatiye tawanbarkirin ku li danîna bombê de dest hbûye ku bû sedemê kuştina 85 kesan û birîndarkirina zêdetir ji 300 kesî.

Wezîrê navxweyê rêjîmê pastarê tirorîst “Ehmed Wehîdî” ji aliyê dadgeha Arjantînê ve bi tawanbar hatiye naskirin, dewleta Arjantînê daxwaz ji polîsê navnetewî anku “Interpol”ê kiriye ku wî terorîstî binçav bikin. Wezîrê terorîst ê navxweyî Îranê, li teqîna bombê li navenda Cihûyan lî Arjantînê de li sala 1994 a Zayînî, bi tawanbar hatiye naskirin ku bûye sedema kuştina 85 kesan û birîndarbûna zêdetir ji 300 kesî.

Dema ku Îbrahîm Reîsî yê serkomarê rêjîmê ew pasdarê terorîst “Ehmed Wehîdî” li kabîneya xwe de wek wezîrê navxwe da nasandin, dewleta Arjantînê ew yeka bêrêzîkirin bi qurbaniyên vê teqênê û sîstema dadwerî ya Arjantinê binav kir.

Ehmed Wehîdî ji aliyê dadgeha Arjantînê ve bi sedema rol li danîna bomb û teqandina Navenda Cihûyan li bajarê “Boynês Ayrês”ê li Arjantînê de bi tawanbar hatiye naskirin û niha ew wezîr-terorîstê rêjîmê li serdaneke derveyî Îranê de ye û hekî “Interpol”  daxwaza Arjantînê erê bike, dê bê binçavkirin.