Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirinên nepenî li Îranê û nîgeraniya NY

15:56 - 4 Hezîran 2015

Arif Vêlzî

Binpêkirina mafên mirovan bi hemû şêwe û aliyên xwe ve, yek ji wan mijarên hertim girîng û sereke bû ku bi dirêjahiya dîroka bidestvegirtina deshilatê ji aliyê rejîma Îranê ve, û guherîna rejîma dugm ya paşayetî bo rejîma dugm ya wilayeta Feqîf, hertim nawend û rêkxirawên berevankarê mafê mirovan, û ragehandinên biçûk û mezin yên cîhana pêşketî, li ser asta navxwe û derve bi xwe ve mijûl kiriye.

Di Îrana li bin deshilata Komara Îslamiya Îranê de, hertim ferq û cudahiya neteweyî, regezî û ayînî li serveyî hemû binpêkariyên rejîmê ve bûye, û ji bo pêkana armanca peyakirina siyasetên dijî mirovî ên xwe, hertim azadiya ayînî û mesebî, azadiya ramanê, mijarên girêdayî bi neteweyên cuda cuda yên Îranê, xwepêşandanên aştîxwazane, azadiya rojnamegerî û ...hwd, wekî hêla sor û gefa li ser deshilata nûnerê Xwedê li ser erdê hesibandiye, lewra bi awayên herî tund bi girtin û îşkence û birîna endamên laşê mirov û bidarvekirina li cihên giştî de, bersiva xelkê dane û heya di vê pêxemê de dest ji bidarvekirina zarokan û nûciwanan jî neparastine.
Ya ku heya niha eşkere ye, û me dîtiye, zêdebûna rêjeya bidarvekirin e di hikûmetên yek li pey yekê di Îranê de.

Serbarê qewl û sozên serkomarên li pey hev yên wî welatî di dema bangeşeya hilbijartinan de, hertim piştî bidawîhatina piropagendeyan, û eşkerekirina bi nav encama hilbijartinan dîsan bedela dana azadiyên siyasî û medenî, jêhelçûna rêjeya girtin û bidarvekirinan berçavctir bûye, û gihaye astekê ku nerizayetî û dijkiriyara nawendên mafên mirovan lê ketiye, û bi dehan carî li ser asta navneteweyî û rêkxistina mafên mirovan û bi taybetî Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî bi awayên herî tund hatiye mehkûmkirin.

Eva di demekê de ye ku nawend û rêkxirawên cîhanî yên mafên mirovan çendîn caran bi belge ve selimandine ku piraniya herî zaf ya wan kesan ku li jêr navê bazerganî bi madedeyên hişber de, di Îranê de têne bidarvekirin, çalakên siyasî û ayînî û rojnamevan in.

Her di vê derheqê de Ehmed Şehîd reporterê taybet bi mafên mirovan a Îranê di NY de, di dawîn rapora xwe de derheq rewşa mafên mirovan di Îranê de, ku di 09.04.2015’an di Jinevê de hate bilavkirin, serbarê vê ku rewşa mafên mirovan di Îranê de, û zêdebûna rêjeya bidarvekirinan di Îranê de bi giştî û bidarvekirinên serveyî yasayê, bi taybetî di çend hefteyên borî de pirotesto kir, ragehand ku di piraniya bidarvekirinan de, nawendên fermî yên ser bi Komara Îslamiya Îranê tu zanyariyek li ser wan kesan ku têne bidarvekirin bilav nekirine, ew jî tê vê wateyê ku beşek ji wan kesên ku bi awayekî nepenî têne bidarvekirin, eşkere nine ku kî ne, û bi çi tometekê têne bidarvekirin û rêjeya wan çiqas e.

Her di vê raporê de hatiye ku di sala 2014’an de, 753 kes hatine bidarvekirin ku tometa piraniya wan bikaranîna madeyên hişber hatiye ragehandin, û nav û zanyariyên takekesî yên %60 ji wan nehatiye eşkerekirin, û tewaw bi nepenî û bê agehdariya malbatên wan hatine bidarvekirin, û ji vê rêjeya ku navê wan jî hatiye eşkere kirin, 18 kes ji wan zarok bûne, û temenê wan di bin 18 saliyê de bûye.

Herwisa tenê di deh hefteyên destpêka sala 2015’an de, 252 kes ji wan hatine bidarvekirin ku beşek ji wan di cihên giştî û li ber çavên xelkê hatine bidarvekirin.

Di beşeke din ji rapora Ehmed Şehîd de hatiye ku beşek ji wan kesên ku di bin navên madeyên hişber de hatine bidarvekirin, hejiyê bidarvekirinê nînin, û li gora yasayên navneteweyî tawanên wan wekî tawanên mezin nahêne hesibandin, û nabe bêne bidarvekirin.

Hevdem digel vê yekê jî rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî, di dawîn serjimêriya salane ya xwe de ku di 03.04.2015’an de, derheq sepandin û birêvebirina cezaya bidarvekirinê li ser asta cîhanê bilav kir, ragehand ku rêjeya herî zêde ya bidarvekirinan li ser asta cîhanê ji aliyê Komara Îsamaiya Îranê ve bi rê ve çûye.

Her di vê derheqê de, Kirîstof Hîns karnasê NY bo karûbarên bidarvekirinên bê sînor derheq wan îdamên ku di Îranê de, û li derveyî çarçoveyên mafên mirovan de bi rê ve diçin, hişdarî da, û daxwaz ji Komara Îslamî kir ku bilez pêvajoya bidarvekirinan ragire, û vê cezayê di yasayê xwe de derxe.

Herçend derheq keysa etomî û pirograma navikî ya wî welatî wisa dixuye ku Îran dikeve qedeman û serî bo daxwaziyên Rojava ditewîne, lê wisa dixuye ku derheq binpêkirina mafên mirovan di navxwe de, ku piştî keysa etomî xala herî sereke ya cihê nakokiyê di navbera Rejîma Îranê û welatên Rojava û ji hemiyan girîngtir Amerîka ye, zexta navxweyî zêdetir bike bona vê ku kes ji xwe nebîne ku liv û tevgereke wisa bike ku bêhna dijberkirina rejîmê jê bihê. Wekî wan aloziyên ku di çend salên borî de li Ehwaz û Belûçistan û Kurdistan , û ya herî taze jî li Mehabadê û piştî can ji destdana Ferîna Xosrewî rû da, û xelkê nerazî bi awayên herî tund ketin ber xezeb û kîna dar û desteyên wilayeta Feqîh û serbazên Îmamê Zeman.