Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çima Seîd Murtezewî nehat cezakirin?

21:25 - 7 Gulan 2012

Luqman Mêhrfer

Seîd Murtezewî ku bi dozger Murtezewî tê naskirin, kesek niye ku bi tenê di cînayetên Qesabxaneya Kehrîzekê de rol lîstibe û cînayet kiribe. Di serdemê Serkomariya Xatemî de yek ji wan kesan bû ku di bêrehmiyê de bi navûdeng bû. Wê serdemê di givaşa ser nivîskar û xwedî pênûsan de destek bilind hebû. Lewra bi qatîlê çapemenî û ragehandinê dihat naskirin.

Piştî nearamiyên dewra dehem a serkomariyê û riswabûna cînayetên Kehrîzekê, Murtezewî ji berpirsatîya xwe hat dûrxistin. Di Sermaweza sala 1388’an de, heyetek taybet ji aliyê parlementoyê bo pêdeçûn bi keysa Kehrîzekê hat diyarîkirin , di encama lêkolîna heyetê de tometbarê sereke û kesê yêkem yê vê bûyerê, Seîd Murtezewî hat nasandin. Tawanên navbirî beşdarî di tawana kuştin, binpêkirina mafên hemwelatiyan, şikandina keramet û kesatiya mirovî ya însanan bûn.

Piştî vê ku cînayeta han di asta derve û hundur de bi avayek berfireh deng we de, Elî Xamineyî Rêberê Komara Îslamê neçar ma ku, bi hêceta îstandard nebûna pîvanên girtîgehan, biryara daxistina Kehrîzekê da. Eva ku di vê navberê de balkêş û cihê lêfikirînê ye biryarên rêber û serkomar in, çunkî rêber biryar dide ku keysa Kehrîzekê bihê daxistin û lêkolîn jî ji Murtezewî nehê kirin, hewdem Ehmedî Nejad jî piştî dûrxistin li dozgeriyê, navbirî weke nûnerê taybet ê xwe û Serokê Nawenda Xebat li dijî kelûpelên Qedexe û erz diyarî kir. Weha tê xuyakirin ku xelata Murtezewî li gorî cînayetên wî kêm be, lewra digel ŞêxolÎslamê Wezîrê Te’awon, Kar û Asayîş (Rêfah) a Civakî, weke birêveberiya giştî ya Te’mîna Civakî hat diyarîkirin. Piştî wergirtina berpirsatiya han ji aliyê Murtezewî û dest bikar bûna wî, pêlek berfireh ji nerazîbûnan di hember cînayetkar Murtezewî û helwêst û biryarên karbidestên rejîmê serî hilda.

Di vê navberê de duberekî ket navbera parlemênto û deshilata cîbicîkirinê de, ku ev jî bi hizra min xapandinek din e, da ku bikarin heya heyemekê xelkê pê mijûl bikin û arîşeya sereke di hizra giştî de nehêlin, jiberku parlemêntoyê pêşdetir heyeta taybet bi lêkolîn ji dosiyeya Kehrîzekê ava kiribû. Piştî ku heyeta diyarîkirî rapora encamên lêkolînên xwe pêşkêş kirin, Murtezewî bi tawanbarê sereke û kesê rêza yekem ya vê cînayetê dan nasîn. Di cihê vê de ku bi awayek micit û dadperwerane tevbigere, bêdengî ji dosiyê kirin. Piştî vê ku nehat cezakirin bigre destxweşî jî jê hat kirin û hat xelat kirin. Bo selimandina vê rastiyê emê îşareyê bi çend xalan bikin.

Raste ji berpirsatiya dozgeriyê dûr xistin, lê ji aliyê Rêber vê tê azadkirin û biryara daxistina keysa Kehrîzek û qedexekirina lêkolînan hat dan,di hember de ji aliyê serkomar ve jî weke nûnerê taybet ê xwe û Serokê Nawenda Xebat li dijî Kelûpelên Qedexe kirî û Erz ve hat destnîşankirin, Wezîrê Teawon, kar û rifah jî weke berpirsatiya Orgneke hestiyar jêre hat diyarî kirin. Nûnerên parlemêntoyê niha du mercan dixin pêşiya Wezîr de, yekem hekî Murtezewî bi xwe dest ji kar nekişand dibe bihê derxistin, û ya duyemîn ew e ku hekî xala yekem nehê cîbicî kirin, dibe Wezîr ji ser kar derxin, û bê rohnkirin ku çawan û bi çi meremekê ev berpirsatî pê hatiye dan, yan ku çima nehatiye derxistine? Dema ku rûyê rexneyan ji dezgehên Qezayî ye, Mohemed Mosediq Cêgirê Hiquqî û Qezayî yê Rêxistina Hêzên Çekdar, li ser encama dawîn a rewşa keysa Kehrîzekê weha dibêje; bi nêrîna me lêkolîn li ser keysa Kehrîzekê bidawî hatine, û ev keyse jî weke hemû keysên din, bi merema pêdeçonan dê bo dîvana bilind ya welat bêne şandin. Eva bû ku biryara herî dawî ji aliyê serdozgerê Tehranê ve hate eşkerekirin, û Seîd Murtezewî weke tawanbarê sereke û tawanbar hate nasîn.

Lê niha pirsyarek tê ber bas û ev jî ev e ku gelo piştî lêkolîn û eşkerekirina belgehan, Hedad, Heyderî Fer û Murtezewî yê bên cezakirin? Bersiv eşkere ye, nexêr, jiber ku kesatiyên han taybet ji aliyê serkirdên rejîmê ve bi merema cînayet û serkutê hatine perwerdekirin, kesên han kêm nînin ku destên wan bi xwîna azadixwaz û xebatkarên mafên medenî û nemaze xelkê bê guneh jî sor bûye, her yek ji wan di qonaxekê de derdikewin, bi fermana rêber jî radibin û ji aliyê wan ve tên piştevanîkirin.

Xelxalî di serdemê Xumeynî de Qesabxane ava kiribû û pêla mirina xortên Îranê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî xiste kar, di dawiyê de got ku min her karek bi emr û fermana Îmam cîbicî kiriye !! ne bi fermana xwe. Her karek ku ji aliyê Hedad, Heyderî Fer, Êjeyî û Murtezewî ve hatibe kirin , erêkirin,û wajoya Elî Xamineyî li ser bûye, eger kesek mina Seîd Îmamî bi şêwazek ne rohn di girtîgehê de tê kuştin, gomana vê yekê heye ku bi destê wan hatibe kuştin, seba eşkere nebûna hemî remz û pîlan û wan cînayetan ku di bin siya wan de beşek hatine cîbicîkirin û beşek jî niha di qonaxa cîbicîkirinê de ne. Lewra qatilê Kehrîzekê Xamineyî ye na Hedad, Heyderî Fer û Murtezewî, ew amrazên cîbicîkirina qetl û cînayetan, ne biryarderên sereke.