Kurdistanmedia: Rêûresma bidawîhatina dewreya 216’ê ya destpêkî a pêşmerge, ku navê “Dewreya Gulê Îbrahîmî” li ser hate danîn, ji aliyê Komîsyona Perwerdehiyê ya PDKÎ ve li sînorên Rojhilata Kurdistanê bi rê ve çû.
Li gora nûçeya nûçegihanê malpera Kurdistanmedia, Roja Pêncşemiyê 23.07.1394 (15.10.2015)’an rêûresma bidawîhatina dewereya 216’ê ya destpêkî a Pêşmerge bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Kurd û Kurdistanê dets pê kir.
Piştre beşdarên dewreyê, çendîn beşên curbicur wekî: “rêje, şerê sernîze, û amadeyiya leş” nîşan dan. Di beşeke din ya rêûresmê de, birêz Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ çend gotinek pêşkêş kirin.
Cehangîrî di gotinên xwe de, amaje bi rol û erka pêşmerge di vê qonaxa nû ya xebatê de kir, û herwisa basek li ser xebat û berxwedana PDKÎ di salên borî de kir.
Piştre rapora perwerdehiyê ya dewrê ji aliyê yek ji mamostayên fêrgehê ve hate xwendin, û piştre peyama dewreya 216’ê ya detspêkî a pêşmerge ji aliyê yek ji beşdarên dewreyê ve hate xwendin. Di beşeke din ya vê rêûresmê de, xelat bi ser serkevtiyên dewrê, di warên “serûberî û disiplîn û waneyên beşa siyasî” de hate parvekirin.
Her bi boneya bidawîhatina dewreya destpêkî ya pêşmerge, ji aliyê beşdarên dewreyê ve, xelatek pêşkêşî Gulê Îbrahîmî hate kirin. Gulê Îbrahîmî nêzî 30 salan e, ku pêşmerga PDKÎ ye, û niha jî mil bi milê pêşmergeyên PDKÎ mijûlî tekoşîn û xebatê ye. Ew rêûresm ji çendîn perçe sirûd û stran û helbestan pêk hatiye.