Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîstemek ku fesad jê dibare

21:33 - 7 Gulan 2012

Selîm Zencîrî
Mijara herî germ û gurr li qada siyasî a Îranê û rikeberiyên navxweyî de ku van rojane em berdewam dibihîzin, basa dizî, talan û gendeliyên bi mîlyardî ên berpirsiyarên rejîma Îranê ye. Tawan û pîşeya ku beşek sîstematîk e ji siyaseta fermî a rejîmê û xîmê wê jî li ser wê esasê hatiye avakirin.

Xala esasî ku bûye dînamîzma eşkerebûn û rûbûna destê talançiyan, ne edalet û şopa yasayê ye, belkî dijberî û hevrikiyên band û taqimên desthilatdar e ku li ser parvekirina samana giştî a xelkê û para zêdetir wekî guran berbûne canê hev û hev û din bi dizî û pêpeskirina yasayê tawanbar dikin. Dewsa talan û diziyan jî derdixe ku her ji moreyên herî biçûk heya serfermande û serkarwanê dizan anku Xamineyî bihevre şirîk in, û zêdeyî sê dehsalan in ku bi xwîna xelkê û samana wan dijîn.

Eva ku nîgeranî û tirsa Xamineyî û berpisan zêdetir kiriye û hawar dikin ku zêde pêre neçin û wan faylan perdepoş bikin, riswa bûna zêdetire wan e li nav xelkê Îranê. Lê êdî nema ew serdem, niha naverok û kakila esliye wan ji her demekê pitir derketiye û rewatiya ku îdeaya wê dikin, bûye bulqa ser avê. Ji ber ku ew diziyane li demekê de eşkere dibin ku piraniya xelkê Îranê li bin hêla hejariyê de dijîn. Bêkarî, helawsan, giranî û ...hwd gihane kopika xwe û fesad mîna baranê ji her aliyek hikûmetê dibare û xelik tûşî nehametiyê kirine, lê ew fesad niha mîna kirmê darê berbûye canê dara fesada hikûmeta îslamî û ne ji derve, belkî li navxwe de li halê rizîn û hiloşiyanê ye.