Kurdistanmedia: Zarokekî temen 6 salî xelkê gundê Nişkaş a ser bi Merîwanê, bi sedema teqîna mayînbê çavên xwe ji dest da.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Ala Rubîna keça temen 6 salî bi sedema teqîna mayînê demara çavên xwe ji dest da, û ew karesate ji aliyê pizîşkên nexweşxaneya Tehranê ve bi malbata wî hat ragehandin.
Raport bas ji vê yekê dikin ku malbata wê keça Kurd, bi destê belengazî û feqîriyê ve dinalên û bi gotina parêzerê wê qurbaniyê, bavê Ala Rubîna hêza malî nine ku neştegeriyê bo wê encam bide.
Roja Înê, bervara 18’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, li gundê Kişkaş a ser bi bajarê Merîwanê, bi sedema teqîna mayînekê li derdora bargehên kevin ên herifî yên Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê, 7 zarokên 8 heta 10 salî bi navên “Xebat Kerîmî, Sîna Dijaheng, Zana Pawe, Bêhnûş Muqedem, Metîn Rexş Behar, Geşbîn kerîmî û Ala Rubîna” hatin birîndarkirin.
Ew karesate, kiryara Şehram Nazirî hunermedê naskirî yê Kurd, Salih Nîkbext parêzerê Kurd, Nîkî Kerîmî ektera binav û deng ya Faris û Mehmûd Dewlet Abadî nivîskarê Faris hate gorê û di daxûyaniyekê de hesta xwe îlankirin û daxwaz ji rejîmê kirinê ku bi demeke gellek nêzî da dest bi komkirina mayînên ser sînoran bidin.
Karbidestên rejîma Îslamî ya Îranê her weke nexweşiya Mahan û Şoxan du zarokên Kurd, di wê karesatê de jî weke piropagende mifah jê wergirtin, erêyînên berpirsan hemû Kurdistana Rojhilatê û cîhanê girt, lê erêyînên wan tu dem nehatine cîbicîkirin û nayên cîbicîkirin.