Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ li gel Encûmena nîştimanî ya Kurdên Sûriyê civiya

13:03 - 15 Nîsan 2015

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, serdana bargeha Encûmena niştimanî ya Kurdên Sûriyê li Hewlêrê kir û ligel vê şandê civînek pêkanî.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja çarşem bervar 8`ê nîsana2015`an, şandeke PDKÎ`ê bi serpereştiya Hesen Şetrefî –Cîgirê sekreterê giştî yê wê partiyê, serdana şanda Encûmena nîştimanî ya Kurdên Sûriyê kir. Şanda Kurdên rojava (Partiya niştiman bi sekreteriya Siûd Meka, herwiha sekreterê partiya yeketiya Kurdên Sûriyê Îbrahîn Bro û nûnerên Encûmena nîştimaniya Kurdên rojava li Hewlêrê, pêşwazî ji şanda PDKÎ`ê kirin.

Di wê hevdîtinê de pirsgrêkên Rojhilata Navîn, nemaze rojava û rojhilatê Kurdistanê ketin ber behs û nîqaşan û nerînên du aliyên Partiyên Demokrat liser hatin şirove kirin.

Di berdewamiya wê çavpêkevtinê de li ser peywendiyên navbera PDKÎ û partiyên Kurd ên rojavayê Kurdistanê tekez hat kirin. Herwiha Partiya demokrata Kurdistana Îranê di vê çavpêkevtinê li gel şanda partiya niîştimaniya Sûriyê de, soza aklîkariyê da û piştevaniya xwe bi wê beşa Kurdistanê re ragihand.

Kazêwe.R