Kurdistanmedia: Komîsyona Ragehandinê ya PDKÎ daxwazekê li hemû endam û alîgirên PDKÎ di hemû welatan de dike, û ew jî eva ye ku, bibin dengê pêkvegirêdana xebata çiya û bajar.
Xebat û tekoşîna pêşmergeyên neteweya Kurd li kurdistana Rojhilat, hewcehî bi vê heye, ku dengê wê bigihîje hemû cîhanê.
Heval û endam û dilsojên Demokrat ku di her welatekî de hene!
Em li ser navê Komîsyona Ragehandinê ya PDKÎ, daxwazê li we dikin, ku her nûçe û zanyariyeke rast û dirust ku ji ragehandina fermî ya PDKÎ ve, di malpera Kurdistanmedia de belav dibe, bikin çavkaniya zanyariyên xwe, û em daxwazê li we dikin, ku van nûçe û zanyarî û daxuyaniyan wergerînin ser zimanê wan welatên ku hûn tê de akincî ne, û van nûçe û zanyarî û daxuyaniyan bidin wan nawendên pêwendîdar, û bi vî rengî dengê xebat û cangorîtiya pêşmerge û hovîtiya Komara Îslamî bigehînin guhê hemû cîhanê.
Komîsyona Ragehandinê ya PDKÎ
06.04.1395
26.06.2016