Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêkarî di nava xwendekaran de %50 e

20:06 - 10 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Larîcanî serokê Meclisa Şêvra Îslamî ya Îranê ragehand ku %50 ji xwendekarên ku xwendina xwe bi dawî anîne, bêkar in.

Li gora nûçegihaniyan, Larîcanî her di vê derheqê de ragehand, hekî em bixwazin rewşa derve ya perwerdehiyê, li gora bazarê be, dibe em berbenda konkorê rakin.

Hebûna konkorê yek ji kêşeyên sereke ên li ser riya pêkanîna guherînkariyan di sîstema perwerdehiya me de ye.

Navbirî herwisa got, ku dilkutoka (stress) konkorê, ji salên dawiya debîristanê (qonaxa paşnawendî) ve, kêşaye bo nava qonaxên destpêka debîrisatanê.

Ji aliyekî din ve, çend roj berî niha jî, Larîcanî bas ji vê kiribû ku 18 milyon kes di Îranê de ji destê xisarên civakî de dinalînin.