Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almanyayê bi tundî hişyarî da rejîma Îranê

16:03 - 10 Hezîran 2017

Kurdisatanmedia: Berdevkê dewleta Almanyayê roja borî daxwaz ji Îranê kir ku dev ji wan kar û kiryaran berde ku dibin sedema aloztirbûna rewşa herêmê.

Martîn Şifir berdevkê Wezareta Karê Derve a Almanyayê ragehand: Welatên Erebî li ser vê baweriyê ne ku eva Îran di pêkanîna tevdanîkariyan û pêkanîna kirîzan di nava welatên Erebî de rola xwe heye, lewra pêwîst e ku ew rejîma dev ji aloztirkirina herêmê berde.

Navbirî herwisa bas ji vê kir ku serbarê vê ku Wezîrê Karê Derve ê Alman digel hemkûfên xwe ên Si`ûdî û Qeterî bi awayekî cuda hevdîtin hebûye, lê Birlîn naxwaze ku bi tenê roleke navbeynkarane bo çareserkirina kirîza welatên Erebî bilîze.

Wî zêde kir ku nabe tu welatek piştgiriya malî ji terorîzmê bike. Serbarê vê ku berdewam welatên demokratîk û pêşkevtî ên cîhanî daxwaz ji rejîma Îranê dikin ku dev ji pişgiriya girûpên terorîstî berde, lê ew rejîma piştevaniya ji girûpên terorîstî wekî hewlek bo mana deshilata xwe dizane.

Herçend piştî bûyera ku di Tehranê de rû da, û gellek lêkoler û çavdêrên siyasî vê yekê bi senaryoya rejîma Îranê bi xwe dizanin, ew rejîma wisa nîşan dide ku ew qurbaniyê terorê ye, lê piştgiriya wan ji girûpên terorîstî û desthebûna wan di kar û kiryarên terorîstî li ser asta herêm û cîhanê ew qas eşkere ye, ku Trump ragehand ku ew hikûmetên ku piştevaniya terorîzmê dikin renge rojekê bibin qurbaniyê têkdan û şerxwaziyekê ku bixwe çepik jê re lêdane.