Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gardiyen: Nakokiyên di navbera Rûhanî û Xamineyî de zêde dibin

15:29 - 23 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Piştî vê ku Rûhanî bo cara duyem posta serkomariyê bi dest xist, niha zêdetir ji caran kêşeyên di navbera rêberê rejîmê û Rûhanî de eşkere dibin.

Derheq van nakokiyan de, rojnameya Gardiyen nivîsandiye ku: Xamineyî rêberê rejîmê, rexneyên xwe li serkomar tûjtir kirine, bi taybetî di civîna seranên welat de, wî sivikatiyeke zêde bi Rûhanî kir.

Vê rojnamê piştre nivîsandiye: Rûhanî ku vê carê nêzî pênc milyon dengî zêdetir ji berê bi dest xistiye, û hest bi bihêzeyeke zêdetir li çav çar salên berî niha dike, derheq rewayî û meşru`îyeta Xamineyî got ku meşrû`îyeta Xaminyeî girêdayî bi deng û baweriya xelkê ye.

Vê gotina Rûhanî, di nava piştevan û alîgirên Xamineyî de nerazîbûneke zêde çê kir, û Rûhanî bû armanca êrîş û rexneyên tund ên alîgirên Xamineyî.

Birêveberê enstîtûya lêkolînên Îranî di zanîngeha Sint Endrûz bi navê Elî Ensarî derheq van nakokiyan de dibêje: Xamineyî ji encama hilbijartinê razî nine. Ew hewl dide ku bi ser encamên vê hilbijartiê de zêdetir zal be. Ew dibêje Rûhanî, ku dibe ew vegere bo çarçoveya karê xwe, û zêdetir ji wê neçe pêş, lê Rûhanî ber xwe dide, û niyeteke wisa tuneye ku guhdariya wan bike.

hêjayî basê ye ku çend roj berî niha di civîna seranên welat de, Xamineyî bas ji Benî Sedr serkomarê wê demê û çarenûsa wî kir, û bi awayekî ne rasterast hişdarî da Rûhanî ku hekî ew nexwaze guhdariya wan bike, wê berbirûyê çarenûsa Benî Sedr bê.