Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zextên civaka cîhanî li ser Sûriyê zêde dibin

14:47 - 14 Adar 2018

Kurdistanedia: Balyoza Amerîkayê di NY de, roja borî hişdarî da, ku ku hekî Konseya Ewlekariyê derheqê Sûriyê de bilez pêngavan hilnegire, her çawa ku sala borî di dijkirayar bi êrîşa hikûmeta Sûriyê ku çekên kîmyayî bi kar anîbû, wan binkeyeke esmanî ya wan kirin armanc, dîsan jî ew ê helwestek tund bigrin.

Nikki Haley rû li endamên Konseya Ewlekariyê ragehand ku: Ew naxwazin yek alî helwestê li dijî hikkûmeta Sûriyê bigrin, lê me pêştir weha kiriye, û em amade ne ku dîsan vê helwesta xwe ducarî bikin.

Amerîkayê roja borî reşnûsa biryarnameyeke nû ji bo agirbesa 30 rojî di Sûriyê, di Xûteya Rojhilat de da NY.

Nikki Haley ragehand ku biryarnameya pejirandî ya du hefteyan berî niha bo airbesa di Sûriyê de rastî şikestê hat, û hêzên dewletî ên Sûriyê bi piştgiriya Rûsiyê êrîşên xwe zêde kirin.

Her di vê derheqê de sekreterê giştî ê NY Xûteya Rojhilat wekî dojeha ser erdê bi nav kiriye.

Hevdem di Sûriyê de hêzên dewletî bajarê Xûteya Rojhilat kirine armaca êrîşên xwe yên esmanî, û hêzên bejahî jî bona destbiserdegirtina herêmên jêr kuntrola dijberên xwe di halê pêşrewiyê de ne.

Şerê navxweyî ê Sûriyê kete nava heştemîn sala xwe de, û şerê li Xûteya Rojhilat yek ji şerên herî giran e.

Heya niha Sûriyê kariye ku bi piştgiriya Rûsiyê û aliyên din, %60 ji herêmên di bin kontrola dijberan di destên wan de derxe.

Balyozê Firansayê jî di NY de daxwaz ji Rûsiyê kir ku zextê bixe ser Sûriyê bona bidawîkirina van êrîşan, û zêde kir: Rûsiye dikare ku hemama xwînê ragire.

Hêjayî basê ye ku Efrîn jî yek ji van herêman e ku biryar hatiye dan ku şer li wir bê ragirtin, lê heya niha Tirkiye amade nebûye guh bide biryara civaka cîhanî.