Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya heyetek PDK Îranê – Urîbro di semînarek li ser pirsa Sûriyê de

15:53 - 16 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Semînarek taybet bo birêz “Umer Şêx Mûs” sebaret bi “Pêşeroj û pêgeha Kurd di guhertinên Sûriyê de” birêve çû.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 14’ê Nîsana 2012’an, semînarek li jêr navê “Pêşero û pêgeha Kurd li guhertinên Sûriyê de” bo birêz “Umer Şêx Mûs” li bajarê Urîbro bi hevkariya “ABF” birêve çû.

Di vê semînarê de piştî rêzgiritn ji canê paqij yê şehîdên Sûriyê bi xulekek bêdengiyê, birêz “Umer Şêx Mûs” basek li ser guhertinên cîhanê, Rojhilata Navîn bi girştî û Kurdistanê bi taybetî û kartêkeriya wan guhertinan li ser doza Kurd di niha û pêşerojê de pêşkêş kir.

Beşdarên semînarê pirs û têbîniyên xwe xistin ber bas û ji aliyê birêbveberên semînarê ve hatin bersivdan.

Di semînara han de heyetek Komîteya PDK Îran – Urîbro û hejmarek kesayetiyên naskirî û herweha endamên PDK Îranê li wî bajarî beşdarî kirin.