Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye û siyaseta qirkirina Gelê kurd

16:05 - 15 Kanûna Paşîn 2024

N. Ebdûlazîz Qasim

 

Dibe ku demkî be jî, lê wisa dixuye ku rêya êrîşên bejayî li pêş Tirkiyê hatiye girtin, piştî dagîrkirina Efrîn, Cerablis, Girê Spî û Serêkaniyê, ku niha dewleta Tirkiyê hewl dide bi rêya êrîşên esmanî û bombebarankirina jêrxana aborî û dezgehên xizmetgozariyê û sivîlan heman siyaseta xwe ya dijî gelê kurd li Rojavayê kurdistanê cîbicî bike, bi pêkanîna êrîşên bi firoke û droneyên, ku niha bi awayekî rojane û bi dijwarî heman êrîşên hovane li dijî Rojavayê Kurdistanê têne pêkanîn û bi taybetî li ser dezgehên ximetgozariyê û kargehên neft û gazê û dezgehên sivîl têne armanckirin, bi armanca koçberkirina gelê kurd û kavilkirina gund û bajarên kurdan.

Wekî em dibînin ku tawan û komkujiyên mezin ji aliyê Tirkiyê li ser qada Sûriyê û bi taybetî li ser Rojavayê kurdistanê têne pêkanîn, bê hebûna ti reaksiyonên navdewletî bi taybetî ji aliyê Amerîkayê ve ya ku HSD wekî hevalbenda xwe bi dijî terorê de dibîne, herwiha ku bê hîç reaksiyonek ji aliyê rêjîma Sûriyê û hevalbenda wê Moskow ve hebe, ku niha Moskow jî bêdeng maye li hember zêdegaviyên Tirkiyê û çeteyên wê, hevdem ku heta ji aliyê HSD ve hîç rêşûn û rêkarên pêwîst yên siyasî û diplomat nayên standin li hember van destdirêjî û zêdegaviyên hovane, û herwiha ku gelek caran ev êrîşên hovane ji aliyên siyasî û hizbî yên kurdî ve jî nayên şermezar kirin, lewra dikarin bêjin: ku hîç reayksiyonên navdewletî û herêmî û heta navxweyî jî bi awayekî rasteqîn li hember êrîş û tawan û komkujiyên Tirkiyê nayên standin, û bi vê yekê ji hemû aliyan ve ku rijandina xwîna gelê kurd li ser destê faşîzma Tirkiyê hatiye helal kirin!.

Hevdem ku ji aliyê Gelê kurd yê herçar aliyên Kurdistanê bakûr, başûr, rojhilat heta Kafqasiya, herwiha hata bigihe Revenda kurdî ya li dereveyî welat jî, ku hîç karvedan û reaksiyonek bo şermzarkirina neheqiya li ser gelê kurd yê Rojavayê Kurdistanê nayê dîtin!

Ku ev yek nîşana wê yekê ye, ku ew hestê neteweyî yê berê li hember bûyer û rûdanên kurdistanê dihat dîtin, ku îro li hember Rojavayê Kurdistanê nayê dîtin û hestê neteweyî gelek kêm û lawaz bûye?!

Helbet ku Tirkiyê dê berdewam be li ser heman êrîş û komkujiyên rojane bi taybetî ku hîç karvedanek navdewletî û herêmî û navxweyî nayê standin, hevdem ku Tirkiyê wkî rastiyeke dîrokî ku hebûna xwe li ser qirkirina gelê kurd û dagîrkirina kurdistanê ava dike, lewra îro divê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bihête parastin û derbarê vê rewşa xirab de, dikarin bêjin ku bi taybetî ji Rêveberiya Xweser tê xwestin, ku rê bigire li hember pêkanîna armancên Tirkiyê û yekser divê hîncet û bihaneyan ji dest wê derxe ku pêdivî bi hindek rêkarên pêwîst û bilez heye û yekem tişt pêdivî bi bihêzkirina çeperê navxweyî ji aliyê (siyasî, rêveberî, leşkerî, aborî,...) heye û herwiha ku bi awayekî rasteqîn xwedî li pirsa kurdî wekî pirsek neteweyî derkeve, ji bo bihêzkirina hestê neteweyî li hundir û derveyî welat, ku bi vê yekê ku hemû aliyên siyasî û hizbî û medenî dê xwe bi berpirsyar bibînin li hemberî rewşa xirab ya Rojavayê Kurdistanê.