Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derfeta zêrîn

21:29 - 21 Kanûna Paşîn 2024

N. Aso Mênberî

W. Hesen Mukerem

 

Roja 2ê Rêbendana îsal 78emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê tê pîrozkirin Komarek ku tevî kêmiya temenê wê û şehîdkirina wê ji aliyê desthilata Pehlewî ve, lê ji bo paşerojê tijî li dahênan û ezmûn bû.

Gelek caran behsa destkevtên Komara Kurdistanê hatiye kirin û ji aliyên cuda ve hatine nirxandin, ji ber ku helbet kariye bibe bingehek ji bo mifah wergirtin bo paşeroja Kurdistanê.

Hûrbûn li destkevtên Komara Kurdistanê, tevî kêm ezmûniya wê deshilata siyasî, vê yekê nîşan dide ku eger desthilata siyasî li Kurdistanê berdewam bibûya û neketibûya xefika desthilata serdest, bê guman dê rewşa me weke Kurd gelek baştir bibûya.

Yek ji girîngtirîn xalên ku gelek caran behsa wê hatiye kirin, vekirina deriyê beşdariya jinan di karûbarên siyasî de di çarçoveya Komara Kurdistanê de ye.

Komara Kurdistanê weke hêzeke siyasî li Kurdistanê bi awayeke fermî jin anî qada siyasetê.

Helbet damezrandina Komara Kurdistanê bi xwe weke desthilatdariyeke serbixwe bi qasî ku bandor li ser civaka Kurd û pirsgirêka Kurd li Kurdistanê kir, ev qasî jî bandor li ser jinan û pirsgirêka jinê kir.

Gelek caran hatiye gotin ku Pêşewa Qazî Mihemed wek serkomarê Kurdistanê gava yekem ji bo tevlîkirina jinan di karûbarên siyasî de avêt û hevjîna xwe anî nav siyasetê û hevjîna xwe Mîna wek sekirtêra yekem a vê rêxistinê destnîşan kir, dikarin bêjin ku bihêtrîn pêngav bû di vê serdemê de bo beşadariya jinan di karûbarên siyasî de ku tê avêtin.

Dibe ku ev yek ji gelek kesan re asayî xuya bike, lê bi berçavgirtina rewşa civaka Kurdistanê ya wê demê, ku ji sedî 90ê xelkê wê nexwendewar bûn û asta xwendin û nivîsandina jinan ji ber sedemên cuda gelek kêmtir bû.

Çêkirina hebûna baweriyê di nav jinan de ji bo beşdarbûna di xebatên siyasî û rêxistinî de pir girîng e.

Di civakekê de ku jin weke zayendeke lawaz û heta ji mafê perwerdehiyê bêpar tê dîtin, ev cure baldarî û derfet ji bo jinan gelek girîng e.

Ji aliyê din wêrekiya jinên ku tevî hemû astengiyan jî di çarçoveya xebatên rêxistinî de xwe dîtine û ji vê derfeta zêrîn mifah werdigirin, cihê nirx dayînê ye.

Bilî vê yekê ku jidayikbûna Komara Kurdistanê bandor li ser hestên nîştimanperwerî û neteweperestiya gelê Kurd kiriye û ev hezkirin nifş bi nifş hatiye veguhastin.

Ezmûn wergirtin ji ezimûnên komarê û çend qat zêdetir girîngî bê dayîn, jin ketin qadeke nû û nenas, lê gava yekem bi serkeftî avêtin û kevirê bingehîn ji bo xebata rêxistinî û beşdariya jinên Kurdistanê ji bo pêşerojê danî.

Wêrekiya wan ji nifşên paşerojê re derbas bû û ji bilî ku Yekîtiya Jinên Demokrat weke destkevteke binirx a vê desthilata siyasî hate dîtin, hebûna jinan di karên siyasî û rêxistinî de çend qat girîngî hebû.

Piştî derbasbûna 78 salan li ser damezrandina Komara Kurdistanê, û bi mifah wergirtin ji wan ezmûnan, jin û keçan karîn serkevtinên mezin di karûbarên rêxistinî û siyasî de bi dest bixin û di gelek waran de bibin xwedî helwest û gotina xwe.

Helbet piştî derbasbûna 78 salan li ser damezrandina Komara Kurdistanê, em nikarin behsa girîngiya beşdariya jinan di karûbarên siyasî de bikin, û nikarin rol û bandora Komara Kurdistanê û damezrandina Yekîtiya Jinan jî berçav negirin.

Ezmûnên têkoşîna jinan di heyama salên derbasbûyî de, ji me re vedibêje ku Komara Kurdistanê bi xwe ji bo jinan çiqas bûye firsendeke zêrîn.

Di heyama salên derbasbûyî de xebata rêxistinî di civaka Kurd de reng û sîmayek din bi xwe ve dîtiye. Bi rastî jî di qonaxekê de derketina NGO û rêxistinan weke dubarekirina dîrokê bû, Ji ber ku yekser piştî rûxandina komarê û piştre jî bi hatina serkar a desthilata Îslamî ya Îranê, hemû derfetên beşdarbûna di vê lîstikê de Ji van hat standin, lê derbasbûyîya gelê Kurd di serxwebûn û vebûna Komara Kurdistanê de, wisa kir ku Kurdistan, ne wek deverên din, girîngiyê bide xebatên rêxistinî yên di bin siya partiyên siyasî de û di vê çarçoveyê de, rola jinê di pêşkevtin û serkevtina civakê û rêkxistinî de, bi taybetî jî rol û erka ku jinan di vê çarçoveyê de girtiye bera xwe, rasterast bi paşeroja diyarker a Komara Kurdistanê ve girêdayî ye.

Girîngî dan bi jinê û berpirsyariya wê ya di mijarên girîng de, domandina têkoşîna jinê kir qonaxa şoreşa Jîna yê û jin li ser bingeha ezmûn û destkevtiyên komarê ne tenê aktor, di heman demê de bûn pêşengên sereke di çarçoveya vê şoreşê de.

Erk wergirtina jinan di serdema Komara Kurdistanê de girîng bû, lê parastina van destkevtan ji bo avakirina paşerojeke geş girîngtir e, helbet hebûna jinan û beşdariya çalak di avakirina hêza siyasî ya paşeroja vê komarê de bandora xwe nîşan bide.

Ji ber vê jî divê jin ji bo bidestxistina pêgeheke bihêz hewlên xwe zêdetir bidin û ezmûnên berê bikar bînin û di avakirina paşeroja Kurdistanê de bi berpirsyarî rabin û derfetên xwe yên zêrîn ên niha ji dest nedin.