Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jin û hilbijartin

15:54 - 24 Kanûna Paşîn 2024

N. Vênûs Fayîq

W. Hesen Mukerem.

 

Ji roja ku jin ji dayîk bûye heta niha gelek bijarde xistine berahîka wê, herçend ku ev hilbijartin li gorî serdemê guherînkarî bi ser de hatiye, lê prensîba hilbijartinê bi xwe weke felsefeya diyarkirina çarenivîsa jinê maye.

Herçawan di destpêkê de hilbijartin nebûye, belkû sepandin û destnîşankirina jiyanê bûye, lê jinê ev weke hilbijardeyek li hizra xwe dîtiye ji ku weke bijardeya domandina jiyana xwe di gel zayenda dijber de.

Di roja îroyîn de li ber çavê zayenda berevajî divê jin yan dayîk be yan nivîskar be, yan jineke guhdar be yan jî çalakvan be, yan jî siyasetmedar be yan jina malê baş be yan jî helbestvan be yan jî tenê helbestan bixwîn e.

An jî çalakvaneke siyasî ya serhişk û têkoşer ku bi dehan pirsgirêkan re rû bi rû maye, di nav wan de heqaret an kulikek ji bo xemilandina partiya xwe, an alîgirê partiyek ku ji hêla zilamên malbata wê ve hatiye destnîşankirin an jî bêdengiyê hildibijêre û … hwd.

Pirsgirêk ne hilbijartinên ku ji jinan re têne pêşkêş kirin, prensîba hilbijartinê bixwe ye ku divê jin red bike û dereqeta wan bê. Ger civak di esasê xwe de civakeke mirovî be ku li ser bingehên edalet û wekheviyê hatibe avakirin, jin jî mîna zilaman dikarin van hemû rolan bilîzin.

Civakek ku di hemû waran de bawermend be bi şiyana jinê, dûrî nêrîna gemar ku jin tenê di metbexê de û di nav nivînan de tê qebûlkirin. Yanî civakê diyar kiriye ku divê jin çi be, bi hejmarek peyvên din civakê bo jinê biryar standiye ku, jin çi be û eger wisa nebe wiha jin canlibereke nefretkirî û red kiriye. Ji ber ku di civaka me de hilbijartin ji jinan re nayê dayîn, lê rewşeke ku li ser wan tê sepandin. Ev tê wateya bêparkirina mafê azadiya takekesî, mafê redkirinê û mafê biryardanê.

Prensîba bijartinê ya ku civak jin bindest û stû xwar dike, hewldanek e ji bo sînordarkirina şiyanên jinan û stû xwarkirina jinê bi zagonên civakî ya standard ku mêran hêlên sereke .wê re xêz kirine û jinê ji îradeya wê dixîn

Helbet ev yek di gelek warên din ên weke pîşeyî û zanistî û … hwd de xwe nîşan dide. Ev bi serê xwe li dijî hemû zagonên azadiyê ye, bi taybetî jî azadiya hilbijartina jiyaneke kêrhatî ji xwe re weke jineke ku biryara yekemîn e, ne mêr e.