Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd neteweyekî mirovhez qencîxwaz, aştîhez e.

17:36 - 28 Kanûna Paşîn 2024

N. Kofîxwar

 

Ne tenê di edet û resman de, di olên kurdan de jî dîyar e ku kurd neteweyekî dilpak û dilovan e, tim û tim hem ji bo neteweya xwe, hem li sersanserê cihanê bona her neteweyan heman tiştî dixwazin ku bo xwe dixwazin wek :Aştî aramî, wekhevî, azadî!. Li hemberê gelên din tim û tim di wan hizra de ne. Xwedî hest û hizrên baş di olên kurdan Zerdeştî, Êzidîtî, Yaresan(Ehlî Heq) û yên berî wan de diyar e. Diyar e tu fermaneka êrişa li ser welat, hûner, çand, rûmeta gelên din ferz  kirinê nîn e. Tu carî nêzikî ew fikrên nebaş, xerabî nebûne. Tenê li dijî êrîş û dagirkeriyê berevaniya axa xwe û rûmeta xwe şerê xweparastinê kirine. Tu carî destên xwe direjî li ser jin û zarên dijminan nekirine, bi dijminê xwe re bi mêranî, insanî şer kirine.

Lê mixabin li hemberê xwe tu carî ev fikrên baş, pak, rast neditîne, her û her bi êrîşê, dijmintayî, jînosaîdê ve rû bi rû mane. Em dikarin bibêjin dema İskenderê Meqdonî vir de-dibe ku ji vê kevintir e jî- êrîşên pir alî yên berdewam li ser kurdan hatiye kirin. Çanda kurdan, hunera kurdan, welatê kurdan dizîne bûne xweyî ax, çand, ziman û dîrok. Kurd kuştine, Wekî Helbece, Kurdistana jorîn ya Sor, wek Efrîna delal ya Rojavayê kurdistanê, Kurd ji welatên wan ê qedîm derxistine, bê ax hiştine. Bi ser de kurd sûcdar kirine, çima ku Kurd xwediyê ax, ziman, dîrok, çandeka zengîn in. Di vê çekama(beyt) jêrîn de qala êrîşeke bi wî awayî dike, ya bi destên erebên hov hatiye kirin, ya bi navê , Hurmizgan, lê kirine binêrin. Da ku ji berê de heta îro neyarên kurdan, ku roja îroyîn bêhtir Kurdên Bakûrê Kurdistanê heyranê ol, çand û zimanên wan in çî anîne li serê kurdan:

Di sala 1909 de vekolînên li gundê Hezarmerdê yê bajarê Silemaniyê li ser çermekî kevin bi xetên Pehlewî hatiye nivîsîn, weha dibêje:

Hurmizgan riman, atiran kujan(Agirê Hurmizgehan temirandin)

wêşan şardewe gewre gewrekan(mezin û gire giran xwe veşartin)

zorkar areb kirdine xapur(Zordarên Ereb kirin wêran û kavil)

ginay palle heta şarezûr(Hemû gund heta şarezûr)

jin û kenîkan wedîl bişîna(bi dilî hatin girtin jin û keçikan)

mêrd aza telîwe ruy xwêna(mêren çeleng di nav xwînê de hiştin)

rewişt Zerdeşt manewe bêkes(Bêkes ma rê rêça ola zerdeşt)

bezeyîka naka Hurmiz wehîç kes.(dilê Hurmiz tu kesekî neşewitî)

Mixabin heta niha helwesta wan a li dijî kurdan nehatiye guhertin. Dijminên kurdan wek berê ne. Lê yên ku her carê ji dîrokê şiretan vernagirin kurd in. Çima ku însanên dilpak in, zû ji bîr dikin, naxwazin bi dijmintayî tevbigerin. Ji ber ku yên li hemberî kurdan wek kurdan nahizirin, tim û tim kurdan ji bo xwe  dijminên sereke dibînin. Li vê dijmintayê jî carnan bi aşkere dîyar nekirine.Tu carî li ser soza xwe nesekinîne. Bi deq û dolaban, bi buxdanan ve bi ser ketine. Li gorî hişyardayîna dîrokê sedemên sereke yên bi ser ketina dijiminan, safiya û pakdiliya kurdan e. Dilpakî, insanetî tiştên baş in, lê mixabin ev dilpakiya kurdan li hemberî kurdan dibe zerardayîneke mezin, wek tîrên tûj didaçikilin ser dilê kurdan, pişta kurdan dişêkînin. Li hemberî her kesî (dijmin jî bi tev de)dostanî tevgeriyane û tevdigerin. Lê divê kurd bi tenê li hemberî însanan însanî tevbigerin ne li hemberî dijminan.

“Dijminên bav û kalan nabin dostên lawan”.

Dîsa dilpakiya kurdan beşeke ji ola Zerdeştiyê weha tînin ziman “di dawiyê de arezûya Zerdeşt ew e,ku xwestek û daxwaza duristkirdaran ku ew jî avedaniya cihanê ye, yanî nû kirina cihanê saz bikin, Da ku hemû mirov bextewer û rizgar bibin. Bêguman daxwaza herî a duristkirdaran, dabinkirina aştî, biratî, wekhevî, pêşkeftina cihanê ye.” 

Di ola Yarsanan de jî ku hema wekî Ezîdîtî, Zerdeştiyê ye, dilpakî û diristbûna mirovan weha derbas dibe, her wekî ku pirtûkên dînê yên Yarsaniyê jî tê fahmkirin tenê giyanên qencan dikare ser pira Perdiwerê (Ji Avestayê ‘ çinwet’, kurdiya Pehlewî ‘ çinûr’ zimanê aramî ‘sirat’) derbas bibe û biçe behiştê. Giyanên nepakan nikare bi ser pirê re derbas bibe, ew ên herin dozexa kiryarên xwe yên qirêj. Di her beşan de Olên kurdan yên kevnare qala mirovatiyê, qenciyê, rastiyê dikin. Ji ber wê jî Xwedevanên kurd dostane ne. Mirov ne ji ber metirsiyê, belku ji ber hezkirinê li wan bawer dikin.

Bir û baweriya kurdan, hişmendî û rê û resmên kurdan jiyaneka hevpar nîşan dide wekî li vê jêgirtiyê de “Basimbar, deziyekî (benê zirav) ji rengên spî û sor tê çêkirin, Wekî sembola di diroka 25ê Adarê de li gorî salnameya rojhilat li destan tê girêdan. Rengê spî sembola aştî, hezkirin, biratî, dilpaqijiyê ye. Rengê sor sembola xwîna paqij û zelal e.”

Bawer bikin ev şiretên başî û pakiyê yên zelaliya dil, di olên dawî yên yekxwedaperstî de ewqas her carê tê dubare kirin nîn in. Ji ber wê hegerê cîhan li gorî bîr û baweriya kurdan ji nû ve saz bibe, bi rêve biçe hewce namîne  bi ideoljiyên çêkirî. Li nav cîhanê jî wek şer, pevçûn, birçîbûn hwd tu pirsgirêk namîne.    Lê berî her tiştî kurd hêza xwe ji bo Kurdistaneka serbixwe bi kar bîne. Bi hêviya serkeftinê!