Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jin, Jiyan Azadî, destpêka yekemîn şoreşa Jinan ji bo rizgariya Kurdistanê li dijî sîstêma mêrsalar a Îranê!

17:19 - 31 Kanûna Paşîn 2024

N. Eskender Ceiferî

 

Xebata mezin ya li dijî gemartirîn dîktatorê ser rûyê erdê, ji bo rizgariya yekcarî li Kurdistanê bi destên keç û jinên Kurd dest pêkir. Jîna Emînî, destpêkera vê şoreşê bû ku di asta cîhanê de weke yekemîn serhildana jinan ji bo rizgariyê tê binavkirin.

Jîna Emînî keça Kurd a xelka Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê bû. Ew di havîna sala 2022 de li bajarê Tehranê rastî êrîşa hêzên polîs ên bi nav parêzvanên exlaq ve hate girtin. Sedema girtina wê ev bû ku weke hêzên rêjîma Îranê digotin, hinek ji pora wê xûya bû û bi wî awayî jî, bingeha yasayên Îranî rastî gefê dihatin! Ew dibêjin mafên keç û jinan nîn e bê hebûna hîcabê ji malê derkevin. Lewma Jîna Emînî li wir hate girtin.

Tevî ku wê di dema girtinê de got ku ew xelkê Tehranê nîn e û ji bo serdanê hatiye wir, lê belê bi awayekî hovane li wir rastî lêdanê hat. Di encamê de jî ew ji bo heyama çend rojan kete nav komayê.

Pişt re duktoran ragihand ku Jîna yê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Bi belevbûna nûçeya mirina Jînayê, li Seqizê ku bajarekî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê û cihê jidayîkbûna Jînayê bû, serhildaneke mezin li dijî rêjîma Îranê dest pê kir.

Termê Jînayê ji bo wir hate veguhestin û bi hezaran welatiyan ji nawçeyên cuda yên Kurdistanê bera xwe dane Seqizê.

Li wir ev bi axê hate spartin lê hizr û ramana wê ji bo rizgariyê bû destpêka şoreş û serhildanekê ku weke Serhildana Jînayê, Şoreşa Jînayê û herwisa weke Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî jî tê binavkirin.

Mezintirîn slogan yan jî diruşma vê serhildanê heman Jin, Jiyan, Azadî ye.

Partiyên Kurdî jî wê demê daxûyanî dan û ji xelkê Kurdistanê xwastin ji bo nîşandana nerazîtiya xwe li hemberî siyasetên mirovkujane yên rêjîmê, bikevin gireva giştî. Xelkê Kurdistanê jî kete girevê. Ji bo heyama zêdetirî 10 rojan ti dikanek li Kurdistanê vekirî nebû.

Li wir xûya bû ku rewatiya rêjîma dagirkar li Kurdistanê çiqasî ye?!

Bi gefxwarin, girtin û îşkenceyê jî rêjîmê nekarî xelkê Kurdistanê neçar bike ku dawî li gireva xwe ya giştî bînin. Girevek ku bi destpêşxeriya jinan li Kurdistanê dest pê kir û piştre gihaye Erebistan (Ehwaz), Belûçistan, Azerbaycan, Luristan û nav Farsan jî.

Slogana Jin, Jiyan, Azadî gelek zû bû giştgir û li hemû kolanên Îranê li dijî rêjîmê dihat hildan.

Xelkê Kurdistanê û hemû nawçeyên din jî di serhildanê de berdewam bûn û partiyên Kurdî bi daxuyaniyên xwe, ew rênimûnî dikirin.

Rêjîmê di heyama 4 heyvan de zêdetirî 500 kesan li Kurdistan, Belûçistan, Azerbaycan, di nav Farsan de û li Ehwaz yan Erebistanê kuştin, Serhildêran navên wan cangoriyên azadiyê danî şehîd û soz dan ku ewê di çepera wan de bimînin.

Rêjîmê fikirî ku take rê ji bo derbasbûn ji vê rewşê, tenê ev e ku êrîşê bike ser partiyên Kurdî yên ku navendên wan li Başûrê Kurdistanê ne. Di encama çendîn êrîşan de ji bo ser Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê PDKÎ, Komelle yan jî partiya Komonîst a Kurdistanê û herwisa ji bo ser Partiya Azadiya Kurdistanê PAK herî kêm 40 kes hatin şehîdkirin ku biçûktirînê wan, zarokekî sava bû ku hêla li zikê diya xwe de bû ku nav lê danîn Vaniyar ku di encama vê êrîşa bi mûşekan de diya wî birîndar bû ji bo nexweşxaneya bajarê Koyê hate veguhestin, li wir diya wî jiyana xwe ji dest da. Ew ji dayîk bû û piştî rojekê ew jî tevlî karwanê cangoriyên şoreşa Jînayê bû.

Hevdem li navxwe jî bi hezaran kes ji aliyê rêjîma Îranê ve hatin girtin. Her û her ew serhildan gurtir dibû û li dervey welat jî rêjîma Îranê hewl da diruşm yan jî sloganeke mêrsalarî bi navê Mêr, Welat, Avedanî çê bike.

Piştî ku ew slogan li hin ciyan li Ewropa û Amerîkayê di nav xwepêşandanên ji bo piştevaniya serhildana Jînayê de hatin hildan, û Riza Pehlewî kurê dîktatorê berê jî hewl da bêje ku ew rêberê vê serhildanê ye û ev serhildan ne serhildana jinane, belku serhildaneke Îranî û nasyonalîstî ye, xelkê navxwe hinek sist bû. Ji ber ku xelk ne sîstêmeke mêrsalar û ne jî nasyonalêsta navendgera dixwaze.

Tevî ku niha piştî sal û nîvekê serhildan hinek sist bûye û xwepêşandanên navxwe weke berê nemane, lê belê li navçeyên cuda bi awayên curbicur, şoreş li dijî rêjîma Îranê berdewam dike.