Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zewaca di temenê zarokatiyê de

17:25 - 31 Kanûna Paşîn 2024

N. Şiva Xwedabende

W. Hesen Mukerem

 

Zewaca bi darê zorê li Îranê ku gelek caran bi zewacên di temenê biçûk ve girêdayî ye, yek ji mînakên herî diyar ên tundûtîjiya li dijî jin û keçên Îranê ye.

Li gor amarên dawî yên cîhanî, rojane zêdetirî 30 Hezar keç bi darê zorê tên zewicandin.UNICEF kite rêxistin e ku ji bo bidawîkirina zewaca bi zorê ya zarokan têkoşîn dike.

Li gor yasayên navdewletî kesên di bin temenê 18 saliyê de zarok tên naskirin, lê hikûmeta Îslamî maddeya 1041ê ya yasaya peyman û zewacê bi şert û mercên zewacê derxistiye, ku ji wan tê xwestin ku bi destûra welî û dadgehê keç li temenê 13 saliyê û kur jî li temenê 15 salî şonda dikarin bizewic in.

Di gel balkişandin li ser xebatên demdirêj yên bo vêdebirina yasayan, lê hîn jî li sala 1398an a Rojî de, hejmara zewaca keçên 10 salî heta 14 salî ji 32 zewaca giheştiye 53 zewacan. Zewaca zarokan zêdetir li herêmên xizanî pêk tê.

Malbatên ku metirsiya zewaca keçekê di temenê biçûk de ku zewaca li temenê biçûk fêm nake ku demên nurmal derbas dike da ku ji hêla bedenî, ruhî û derûnî ve ji bo zewacê amade be nişkave di gel guherînkariyek wiha rû bi rû dibe, zewaca di temenê biçûk de dibe sebeba pirsgirêkên derûnî yên micid ku bilî  encamên wêranker yên weke azarên cinsî ji aliyê zilam ve, metirsiya can jidestdanê ji ber zayîna di temenê biçûk de, dev berdan ji xwendinê, bêwejn man di temenê biçûkatiyê de hene û piraniya zarokên ku ji bo revîn ji zewacê dest didin bi xwekujî û xwe şewtandin ê. Zewaca di temenê biçûk de ne tenê pirsgirêk e, lê di heman demê de wek ekseneke ji pirsgirêkên civakê ku berfireh dibe. Zewaca di temenên biçûk de li ser zarok û azardana zarokan ku tên hejmartin, têne hesibandin, divê bi wan re cezayên tawanan bên dayîn.

Zarokên ku dizewicin, hêj di aliyê fikirî û fîzîkî de negihiştine û xav in. Nikare biryara xwe ya der barê pêşeroja jiyana xwe de bidin. Ew kesên ku dikarin zewac û jiyana hevbeş pêk bînin, divê bigihêje têgiha aqilî ,mezinbûna fikirî, aborî, ferhengî ku bikare hilbijartineke baş û rast bike.

Li Rojhilatê Kursistanê van heyamên dawîn, bi awayekî berbiçav, hejmara zewicandina keçan di temenekî biçûk de zêde bûye,  di nav civakê de, zarokên keç ên ku di temenekî biçûk de tên zewicandin, weke ‘bûkên zarok’ tên binavkirin û gelek caran bi kesên ku temenê wan gelek ji yê wan mezintir e re tên zewicandin.

Li Rojhilat, piraniya malbatan, keçên xwe, bêyî ku bigihijin temenê xwe yê 18 saliyê, dizewicînin ku li gelek welatên cîhanê zewicandina li jêr wî temenî ne yasayî ye. Li gelek welatan jî zewicandina li jêr wî temenî girêdayî destûra dayik û bav e.

Li gor Peymana Mafên Zarokan ku dewleta Îranê jî ew peyman qebûl kiriye, kesên di bin temenê 18 saliyê de, weke zarok tên qebûlkirin û weke ku bedena wan ji bo zewicandina wan ne amade be, tên qebûlkirin. Lê jibilî van têbîniyan, kesên di temenê zarokatiyê de tên zewicandin, ji mafê xwe yê xwendinê jî bêpar dimînin.

Sedema sereke ya zewicandinên di temenên biçûk de, rewşa aborî û kevneşopiyên di nav civakê de nîşan didin. Lêbelê li gor xebatkarên mafên zarokan jî siyasetên hikûmetê yên handana zewacên di temenekî biçûk de, weke sedemeke bibandor a zêdebûna rêjeya zewacên bi wî awayî, nîşan didin.

Civaknas sedema zêdebûna bûyerên xweşewitandin, xwekuştin, bikaranîna madeyên hişber û tundutujiya li hemberî jinê li Rojhilatê Kurdistanê, bi vê yekê ve girê didin.

Projeyasaya têkoşîna li hemberî zewacên di temenê biçûk de, heta niha di parlamentoya Îranê de, çend caran gotûbêj li ser hatine kirin. Lêbelê bi hinceta ku ew projeyasa ‘ne li gor rê û rêbazên îslamî’ ye, hatiye redkirin.

Divê  şerîa û yasadanerên olî wek mela yên ku vî sûcî, dikin bi şer`I û yasayî û zarokan hay didin  bo zewacê, divê ji ber binpêkirina mafên zarokan û mafên mirovan bên darizandin.

Ji bo avakirina civakekê ku zarok di nav aramî û ewlehiyê de bijîn, divê hemû şert û mercên civakî û şer`î û adetên qanûnî yên ku ev zewacên hanê mafdar hesab die, bên rakirin.

Ger rejîm naxwaze wê diyaroka paremayî ji holê rabike, ger rejîm naxwaze mafê Zarokan berçav biger, wê demê erkê xebat bi dijî wî karê qirêj û zewicandina keçan li temenê zarokatiyê de, dikeve ser milê civatgeha Kurdistanê, erkê yekem bo nehêlana wî adetî dikeve ser milê dayîk û bava û malbatê, erkê duyem dikeve ser milê xebatkarên civakî, mamosteyên Olî, jinên xebatkar, çêkirina rewşenbîrî û hişmendiya moderne serdem li nava civaka Kurdistanê de.

Bê guman dema ku xebatkarên kurd, Partiyên siyasiye kurd, jinên xebatkar û pêşeng û mafxwaz, behsa pêşkevtin û yekîtî û hişmendîya siyasî û netewî dikin, dibe baş bizanin ku zewicandina Zarokan jî yek ji pirskirêk û diyardeyên dûr ji exlak û adetê civakekî pêşkevtiye.

Bila em hemî dest bidne destê hev bona ji holê rakirina hemî adetên ne rinde nava civatgeha kurdistanê ku yek ji wan zewicandina zarokane.