Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çima xelkê Kurdistanê deng nade?

16:36 - 20 Şibat 2024

N. Serbest Urmiye

 

Dengdan wate îradeya welatiyan, bingeha peydabûna şaristaniyeta nû û avakirna hikûmetan e. Ji bo pesendkirina hikûmetê jî, dibe welatî rolê sereke di biriyarên siyasî û îdareya welat de wergirin û divêt ku destûr û yasayên hikûmetê di warên ewlehî û parastina mafên welatiyan de zelal bin. Di vir de ye ku hilbijartin dibe emrazê sereke a welatiyan ji bo pesendkirina hikûmetê di hemû astên îdareya welat de. Hilbijartin weke dahênan a nûjen û herî bi bandor a mirovahiyê tê nasandin. Ji ber danezanîna taybetmendî, ragirtina biha û rûmeta mirov, wekhevî, serxwebûn, azadiya ramanê û parastina kesayetiya mirov e ku ji hilbijartinê weke bingeha avabûn û rêkxistina civakê tê mêzekirin.

Di rastî de, pêvajoya hilbijartinê roleke girîng di civakîkirin û gelhezkirina desthilata siyasî, derêxistina rûmetê desthilatê, kontrol û diyarkirina hêza siyasî û dabînkirina maf û azadiyên welatiyan de heye. Ji ber vê yekê, her hewleke zanistî yan nerênî di vî warî de, bandora rasterast li ser civakê heye. Ji ber ku merem ji hilbijartinê   parastina nirx û alîkariye bo geşekirina mirov, lewma  mercê hebûna tenahî û ewlehiyê ye.

Ji bo ku sîstema hikûmetê li gor pîvanên demokratîk were berhevdan, divêt ku rêjeya beşdariyê di hilbijartinan de, radeya hilbijatina berbijêran, wekhevî û azadiya ragihandinê ji hemû civakê re, perwerdeya siyasî û civakî di hemû astên civakê de û bo hemû welatiyan, ewlehî û tenahî ya civakî û siyasî, hebûna aliyên siyasî û beşdariya azad di hilbijartin û îdareya welat de, werin kifiş kirin ku gel rêya hilbijatinê bigire pêşiya xwe. Ev eslên demokratîk ku gel di bin siya rejîma Îslamî di Îranê de jê bêpar in.

Li gor vê destpêkê û hilsengandina karnameya tarî ya rejîma Îslamî ya Îranê, xuya dibe ka çima gelê Kurd hertim pêşeng bûye di baykutkirina binav hilbijartinên rejîmê de. 

Gelê Kurd her ji despêkê ve û li ber hebûna fakter û eslên nedemokratîk ku di serî de hatine û hebûna dijberiyê tevî sîstemên nûjen ên şaristaniyê di pêkhateya bingehîn a rejîma Îslamî ya Îranê de, dengê “NA” da rejîmê û ev sîstem li dijî îradeya giştî ya civaka Kurdistanê da nasandin. Di kiriyar de jî sîstem û desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê çi caran dijberiya xwe bi gelê Kurdistanê re neveşartiye û dest ji çi kiriyaran di pêxema zevitkirina azadî û bêrûmetkirina jiyanê di Kurdistanê de, neparastiye. Lewma bo gelê Kurd beşdarî di her hilbijartinekê de ku ji aliyê Komara Îslamî ve were lidarxistin, tê wateya qebûlkirina sîstema vê rejîmê û li dijî îradeya giştî ya Kurdistanê tê hejmartin. Di hizra civaka giştî ya Kurdistanê de beşdarbûn di hilbijartinên vê hikûmetê de, bêrûmetkirina hest û kesayetiya takekesî û civakî ya mirov tê dîtin.

Gelê Kurd li hember rejîmê de hewil bo parastina şikomendiya siyasî, neteweyî, civakî û mirovahiya xwe daye û dide û di baweriya civaka Kurdistanê de ku hebûna rejîma Îslamî ya Îranê li gor pîvanên şaristanî û li ser bingehên zanistî pesend nekiriye, hebûna destûra rejîmê ya paşverû, temenê tejû ji tawanên li dijî mirovahiyê ji damezirandina vê ve heya niha, pîlanên nepenî di terzên cur bi cur de li dijî gel, yasayên mesebî û olî  ku bûne sedema paşvemayîna civakê, siyasetên tepeserkar û şerxwaz him li hundir û him jî li derveyî welat, nebûna azadî, mafên mirovan û hebûna girtîgehên tijî ji girtiyên siyasî û azadîxwazên li dijî siyaseta çewisandinê, îşkence, îdam û çewisandina jin û zarokan, destwerdanên şerxwaz  di herêmê de û terxankirina semyana welat ji bo bihêzkirin û berfirehkirina taqimên terorist û tundrew ên girêdayî bi vê rejîmê ve, ku di hizr û ramanên cîhanî de nayên qebûlkirin û ji hemûyan balkeştir ji beşdariya rasterast a berpirsên rejîmê di astên herî bilind de di tepeserkirin û kuştina xelkê mafxwaz û azadîxwazên dijberî siyasetên rejîma Îslamî di welat û nemaze di Kurdistanê de, destûr wergirtina rasterast a dezgehên dadwerî, Wezareta ewlekarî û hêzên leşkirî ji rêberê rejîmê bo serkutkirina gelê Kurd Şorêşa “Jîna” yê mînaka herî teze ya kuştina gel û hovîtiya rejîma Komra Îslamî ya Îranê di Kurdistanê de ye), beşdarbûn di her hilbijartinekê ku di vê rejîmê de tê lidarxistin, di rastî de ji bilî bihêzkirina rejîmê li hember gel de, çi tiştekî din nahê hijmartin.