Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ev 45 sal in ku nekariye dengê azadiyê li Îranê de bifetisîne

17:15 - 20 Şibat 2024

N: Mojgan Elîpûr

 

W: Hesen Mukerem

 

 

22’ê Rêbendana îsal 45 emîn sal bi ser şoreşa gelên Îranê re derbas bû

Şoreşek ku bi qurbanîdan û tekoşîna azadîxwazan li Îranê bi ser ket û dawî li desthilatdariya stemkar a paşayetî anî, rejîmek din bi serpereştiya Xumeynî hat ser desthilatê ku soza bidawîkirina zilmê li welat dabû û ew şoreş bi sepandina hikûmeteke olî dizî.

Şoreşa azadî, wekhevî û ji holê rakirina cudahiyên çînayetî, rejîmeke olî ku ji xeynî givaş, tepeserî û kuştinê ti zimanekî din nedizanî, hat ser desthilatdariyê.

Desthilatdarên Tehranê di demek kurt de rûyê xwe yê rastîn eşkere kirin, cudaxwaz û azadîxwaz avêtin hepsan û maşînên xwe yên kuştinê rêkxistin. Di 6'ê Reşemeya 1357'an Rojî de Yasaya Piştgiriya Malbatê hat betalkirin û di 16'ê Reşemeyê de fetwaya  hicaba bi zorê hat dayîn.

Wê rêjîmê her di destpêkê de dijberiya xwe bi dijî maf û azadiyên jinan ragihand, ku bû sedema yekem xwepêşandanên mezin ji aliyê jinan ve piştî hatina Xumeynî, ku di 8ê Adara heman salê de ji xwenîşandan bo redkirina fetwayê hefteyekê hat lidarxistin.

Lê jin di xwepêşandanan de bi tenê man û hêzên tepeserkar ên rejîma Îranê ew vegerandin malên wan û piraniya organîzatorên xwepêşandanan hatin girtin û bêserşûnkirin.

Gelê Kurd weke yek ji neteweyên Îranê ku xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna bona rizgariyê bû û di serkeftina şoreşê de jî roleke berçav hebû, çavnhêr bû ku para xwe ji şoreşê werbigire û bigihîje mafên xwe yê netewî.

Lê mixabin rejîma Îranê ev maf û azadî nas nekir û di 28’ê Gelawêja sala 1358’a Rojî de  Xumeynî fetwaya cîhadî li dijî neteweya Kurd derxist.

Berevaniya qehremanane ya Hêzên Pêşmerge, rejîm xistine qedema û ji ber nebûna yekrêziya hêzên siyasî, gereke din a danûstandinan ji bo mafên gelê Kurd bi Tehranê re dest pê kir.

Hêcetên rejîmê ji bo nedana van mafan bi ser neketin û ji wê demê ve gelê Kurd li hember dîktatorên Tehranê rawestiyaye û ji bo rizgariya xwe xebatê dike.

Rast e netewên Kurd û Belûç rastî tundûtûjiyên herî zêde ji aliyê hikûmetê ve hatine, lê ev yek ne tenê ji bo neteweya Kurd bû, belku ji bo hemû kesên ku ji xeta rêberê rejîmê dûr dikevin û xwedî bîr û baweriyên cuda ne.

Mînaka berçav MîrHusên Mûsewî, serokwezîrê berê yê Komara Îslamî ye ku di hikûmetê de bû, lê di sala 1388 an de ku wek nerazîbûnekê li dijî encamên hilbijartinên serkomariyê dest pê kir, hate binçavkirin hîn jî di hepsa malê de ye û hezaran alîgirên wî bi tundî hatne tepeserkirin.

Ew dilopek in di nav deryaya tawanên rejîma Îranê de ku ji bo mana xwe her tiştî dikin, Ji holê rakirin, kuştin û birîndarkirin bûye nasnameya rejîmê.

Ji destpêka desthilatdariya olî ya Îranê ve, ji bilî şerê 8 salan di navbera Îran û Iraqê de, ku atmosfereke ewlekarî û aloz bû, li gelek deverên Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin, her çend ev tevger hemû hatine tepisandin jî, lê nehatine temamkirin û li cihên din û ji demên din berfirehtir derketine holê, ji ber ku piraniya van tevgeran xwedî rehên dîrokî ne û beriya desthilatdariya dîktator hebûne, lê li Îranê di bin desthilatdariya Komara Îslamî de, ji ber ku destûr nayê dayîn ku rêxistinên siyasî werin avakirin, ev daxwaz bi awayên cuda derketine holê.

Her çend tevgera rizgarîxwazî li Îranê xwedî dîrokek zêdetir ji sed salî ye, lê di 78 salên derbasbûyî de bi avabûna Komara Kurdistanê bi şêweyeke moderin pêş ve çûye, lê belê weke di warên din de, çalakiyên vekirî yên Kurd li Îranê jî ne mumkin bûye û weke ku li jor hate gotin, her çend aliyên Kurdistanî rêya aştî û diyalogê girtin bera xwe, lê Komara Îslamî ya Îranê şer û kuştin hilbijart û dest ji çi cinayetekê neparast.

Pêywendiya nêzîke partiyan bi gel re û zindîbûna tevgera siyasî li rojhilatê Kurdistanê bû sedema damezrandina çend rêxistinan di warên cuda de di qada ewlehiyê de ku li Kurdistanê serdest e, Ji bo parastina ziman, çand û jîngeha Kurdistanê li rojhilat gelek qurbanî hatin dayîn.

Tevgera jinan ku dîroka vê vedigere bo serdema Meşrûte ya Îranê, û bona azadiya cih û warên jinan pêş dikevt û pêngav dihavêtin, lê bi hatina Komara Îslamî re bi temamî berevajî bû.

Dayikên Edaletê, Çarşemên Spî, di cihên aram û … hwd bûn.

Ev mesele ji bo jinên kurd, ji komara Kurdistanê û avakirina rêxistinên jinan, kevntir bû, lê belê bi şoreşa gelên Îranê û bi çewisandina azadiyan, hinek ji wan tevlî partiyên Kurdistanî bûn. Gelek ji wan li Rojhilatê Kurdistanê bi xwe ev têkoşîn bi rêya rêxistin û gelek caran kesên di warên çandî, wêjeyî û zimanî de pêş xistin. Piştî Şoreşa Jînayê dayikên şehîdan bûne sembola berdewamkirina vê têkoşînê li Kurdistanê.

Bizava xwendekarî ku yek ji tevgerên herî geş di civaka Îranê de ye, hertim nûneratiya daxwazên sivîl û siyasî yên xelkê kiriye û zanîngeh û xwandingeh kirine çepera berevanîkirin ji bo bidestxistina mafên xwe. Karker, mamoste, malinişîn û … hwd., yên ku bûne norma rojane, ji bo daxwazên xwe her tim li kolanan in, berdewama van daxwaz û xwenîşandanan tevî givaşên rejîmê, nîşana cehda Komara Îslamî ya Îranê li hember xelkê ye û siyasetên tundûtîj ên wê nekariye dengê azadîxwaziya Îranê bifetisîne.

Berevajiyê vê yekê, em şahidê yekrêziya dengê azadîxwazan di şoreşa Jînayê de bûn, ku bû ezmûnek hêja ji bo gelên Îranê ji bo derbasbûn li rejîma dîktator.