Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tu jî were lez bike

16:19 - 26 Şibat 2024

N: Hesen Mukerem

 

Rojek li rojan hevalekî berdewam ji hevalê xwe yên din re digot: ger ez rojek hînî avjeniyê “melevanî” bibim êdî ti carî li hişkaniyê namînim, ji  ber ku tenê di nav avê de îhsas bi azadiyê dikim wir sînor nînin. Xwezî mirovan jî wek masiyan bask hebûna û di nav avê de bijiyana.

 

Hemû carê jî hevalên wî henekên xwe pê dikirin heta rojek birayê hevalekî wî li sînor bi guleyên leşkeran hatibû kuştin û birayê wî nedikarî nêzî terimê birayê xwe bibe û koçikan li ber çavên wî û bi bê tirs û nêzbûna wî hevalî ev terimê birayê wî parçe parçe dikirin. 

Wê demê axavtinên wî hevalî yên li derheq avjeniyê “melevaniyê” ketin  bîra wî û fam kir ku mebesta wî hevalî çi bûye. 

Niha rewşa me û xwefiroş û dagîrkerên kurdistanê jî wisa ye. 

Dagîrker hin welatiyên nefis nizim yan hemen xwefiroşan bikirê digire û wan li hember pêşmerge û xebatkarên rizgariya kurdistanê dide hember hev û wan berdide canê hev.  

Heta di dema berxwedaniya ji bona parastina nîştiman de ku şoreşger an pêşmergeyek şehîd dibe, malbat an xwediyê cangorî ji ber xwefiroş û kirêgirtiyên dujimin nikarin terimê mirovên xwe werbigirin.

Yan xebatkarên ku bi destê xwefiroşan ketine hepsan de û tên bidarvekirin dîsan termê wan radestî malbatên wan nayên kirin û di cihên nediyar de tên veşartin.  

Dagîrker gelek bi hişyarî û bi zanebûn welatiyên xapandî an hemen xwefiroşan di nav xaka kurdistanê de li hember hêzên partiyên kurdî û xelkê xebatkar û welatparêz de rû bi rû dike.

Ev kiryara qirêj a dagîrkerê kurdistanê jî bo vê hindê ye ku di dema bertek an givaşên navneteweyî yên li derheq qirkirina kurdan de dibêje min ji bo vê xakê xwîn rijandiye, herçend ku kuştina mirovê kurd bo dagîrker negirînge û kurdan bi destê kurdan dide kuştin lê wirda dijmin rijandina xwîna kurdan bi destê kurdan bo berjenwendiyên xwe mifahê werdigire û wiha  rewatiyê dide bi cinayetên xwe li ser xaka Kurdistanê û zeftkirina xaka kurdistanê.

Dagîrker bi başî dizane ku mirovê ku pişta birayê xwe ber dide û di xirabitrîn rewşan de îxanetê ji birayê xwe dike dê bo wî jî herwisa be û ji ber vê jî dijmin tucarî baweriyê bi wan kurdên xapandî nake û tenê bo barjewendiyên xwe û rewatî dan bi hovîtiyên xwe van bikar tîne.

Herçawan me di 22ê Rêbendanê de dît ku di hin navçên Kurdistanê de ku heta duh milîtarîze dikir û jiyan di bajêrên kurdistanê de asteng û dijwar kirbû lê niha festîvalên hunerî lidar dixe, ev jî bi rêya kirêgirtiyan û navendên hikûmetî ve û bi wî avayî dixwaze her tiştî bi baş û asayî li Kurdistanê de bide xuya.

Lê tevî wan hemû givaş û cinayetên ku Komara Îslamiya Îranê li derheq gelê kurd li ser xaka kurdistanê encam dide, nabe em bivêrî û cesûriya xelkê nîştimanperwer û mirovdost ê kurd ji bîr bikin.

Xelkê nîştimanperwer û rizgarîxwaze kurdistanê bi bê hebûna tirsê li hovîtiyên dujimn û bêtirs li sînor derbaskirinên dujimn bona afrandina hovîtiyan li termê cangoriyên xwe yên bi destên desthilatdarên Komara Îslamiya Îranê qewmîne,  xwedî derdikevin van bi coş û bi girse oxir dikin û van dispêrin bi xaka pîroz a kurdistanê.

Civîn û girseyên kurdistaniyan ji her kesî re didin fam kirin ku dibe mirov pêbendê wan sînoran bin ku rewş û serdem bo me diyarî dikin çawan ku demsala Zivistanê bi gef xwarinan ji me re dibêje ku eger hûn cudahiya di navbera min û demsalên din de nebînin xatircem bin ku ezê we bi sir û seqemê bicemdînim.

Mirovên nefis nizim an hemen xwefiroş jî dibe vê yekê bizanibin ku dê bên cemdandin.

Mirov bi dîtina dîmenên girsey yên xelkê nîştimanperwer bo oxir kirina cangoriyan hem bona yekdengî û piştevaniya wan pirr keyfxweş dibe û hem jî bêxem dibe ku li hember vî dîwarî ku heta niha gelek kesan wek tirs û xof jê temaşe dikir, lê kurdistaniyan ev dîwar şikandiye û jê derbas bûne, û ji her kesî re dane famkirin ku ciwantrîn mirin ev mirine ku li pêxema bawerî û armancên neteweyî yên xwe de ye, ji mirovên nefis nizim re dibêjin werin hûn jî lez bikin bila pare nemînin.