Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelo Îran berpirsyar e yan ne!?

22:13 - 6 Şibat 2024

N. Elî Munezemî

 

Rewşa Rojhilata Navîn li wan çend rojên bihorî de aloztir bûye. Ew aloziyane piştî hêrişa li ser binkeyeke leşkerên Amerîkayî li devera sînorî ya Ordon-Sûriyê de ku bû sedema kuştina 3 serbazan û birîndarbûna 40 serbazên din bi hêrişa firokeyên bê firokevan zêdetir bûne. Her piştî wê hêrişê, Amerîka tiliya xwe dirêjî Îranê kir û ew sûçdar kirin ku ew hêrişa ji aliyê grûpên proksî yên ser bi rejîma Îranê ve hatine pêk anîn. Karbidestên Amerîka her zû hatin ser xet û gefa tolhildanê kirin û ewan gefan bi xurtî bandora xwe danîn û şêweya helwesta Îranê û grûpên proksî yên ser bi wê rejîmê bi giştî guhert. Li hêlekê Îranê haşa li wê hindê kir ku dest li wî karî de hebe û li hêlek din jî çend grûpên proksî daxûyanî dan û çalakiyên xwe li dijî hêzên Amerîka dane sekinandin. Hemûyên wan zanîn ku wê carê berteka Amerîka tenê li gefên devkî de nayê kurtkirin. Ewê yekê jî li alyekê sedemên xwe yên navxweyî hene û ew jî girêdayî bi rewşa siyasî a hundirê Amerîka ve heye ku ber bi hilbijartinên serokkomariyê ve diçin û li alyek din jî girêdayî bi rewşa siyasetên navneteweyî ve hene ku eger bihata û Dewletên Yekbûyî ye Amerîka hember wan terorîstan û grûpên proksî de qels û lawaz derbikevin, dikare bibe sedemê hirbûn û cesareta wan terorîstan û ew yeka jî xeterên mezintir li ser jiyana hêzên Amerîkayî li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Piştî wan hemû gefên Amerîka û înkar û redkirina Îran û hindek grûpên proksî, Amerîka bi encamdana hindek operasyonên sinûrdar qenaet kir û ewê yekê jî heta niha hemû alyên têkeldar razî kirine. Di mediayan de hate ragihandin ku “Pentagon”ê hêrişa hêzên Amerîka bo ser herî kêm 125 armancan di ser axa Sûriye û Îraqê piştrast kiriye. Ji alyê karbidestên Îraq û Sûriye û hindek li wan grûpên proksî ve encamdana wan hêrişan hate piştrastkrin û bas li kuştina çend kesên çekdar û hindek xelkê sivîl hate kirin. Ew kara ji alyê wezareta derve a Rûsiyê, bi sedema aloztirkirina rewşa Rojhilata Navîn  hate gazinde kirin.

Lê ewa ku niha ciyê pirsyarê ye, ewaye ku çima Îran carek din karî bi hêsanî xwe li wê tehlûkê bifilitîne? Ewa li demekê de ye ku Îran ji alyê Serokkomarê Amerîka ve hate sûçdar kirin ku Îranê çek û amûrên pêdivî bo hêrişa li ser hêzên Amerîkayî bo grûpên terorîstî yên proksî radestî wan kirine. Serokkomar “Biden” got ku yên ew cinayeta kirinî, bê ceza namînin, Lê wî her wisa got ku ew li pey şereke mzin di Rojhilata Navîn de nînin. Ewa bi xwe hate wê wateyê ku Amerîka naxwaze hêrişî ser axa Îranê bike. Yanî Amerîka xwest bi wan êrîşên piçûk hem xwe li bin givaşa raya giştî a xelkê Amerîka derbaz bike û hem jî hêza xwe bide nîşandan ku bo ewlehiya hêzên leşkeriye wan li navçê de pêdivî bû. Bo demek kurt ew taktîka dikare bersivder be. Lê gelo ew yeka dikare bo demek dirêj armancên Amerîka pêk bîne?

Ew nakokiya navbera Amerîka û Îranê û grûpên proksî yên girêdayî bi Îranê ve ne nakokiyên teze ne. Ew nakokiyane pêştir jî hebûn û ew yeka dizivire bo nerazîbûna Îranê li hebûna hêzên Amerîkayî li Îraqê. Îranê pêştir jî li rêka bombeyên qirax rêkan ve hêzên Amerîkayî dabûne kuştin. Lê wê carê ku hinde bi eşkere canê 3 Amerîkayîyan jê standin, ew nakokiyane asta wan bilindtir bû û «Baydên» jî ew hêrişên hêzên Amerîka li Îraq û Sûriyê bi destpêk da zanîn.

Ez baver im ku Amerîka bi wan êrişan xwest ku bi hemû aliyekê di Rojhilata Navîn de bide zanîn ku heke Amerîka hêzên xwe li navçê kêmtir jî kiribin, lê dema ku pêdivî be dikare carek din hebûna xwe li wê navçê de biselimîne. Ewa jî kartek bihêz bû bo hemû wan grûpên proksî yên ser bi rêjîma Îranê ku dijî hêzên Amerîkayî û Îsraîlî çalakiyan dikin. Li ber ku niha Îsraîl mijûlê şerê li Xezê ye, Amerîka bi tenê nikare bi hêsanî hêrişî ser Îranê bike û ber hindê jî ewa ku serkomar «Baydên» got ku ew şerek mezin li Rojhilata Navîn naxwazin, gotinek gorekî rewşê rast û di berjevendiya Amerîka de bû. Lê hemû aliyek dibe bi başî wê rastiyê fam bikin ku heta rejîma terorîstî a Îranê hebe, Rojhilata Navîn rojek ewle û aram bi xweve nabîne. Hiloşandina wê rejîmê di xizmeta merivahiyê û xelkê navçê de ye û ew yeka jî li rêka xurtkirina şoreş û berxwedana azadîxwazane a neteweyên bindestê Îranê ve dikare pêkvere.

Kurtasî:

Piştî wan bûyerên wê dawiyê û hêrişa hêzên Amerîka bo ser çend grûpên proksî yên terorîstî ê girêdayî bi rêjîma Îranê, li ber hindek sedemên xasmanî, guhertinek mezin li Rojilata Navîn de pêk nayê. Bo guhertinên bingehîn û kûr, dibe maka terorê ku rêjîma Îranê ye were hiloşandin. Bo wê yekê jî piştgiriya hêzên şoreşger û azadîxwaz yên neteweyên bindestê Îranê pêdiviye.