Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mafê Jinê tenê diruşme û bes!

14:32 - 8 Şibat 2024

N: Vênûs Fayîq

W: Hesen Mukerem

 

Divê em nêrîna xwe ya li ser xwe ji nû ve ava bikin, Divê em weke jin xwe bi rêve bibin û xwe pêş bixin.

Her çiqas hê zû ye ku meriv qala 8ê Adarê bike, lê her 8ê Adarê weke wê ye ku min ji bîr kiribe ku ez jin im, dê şiyar bibim, mîna ku min ji bîr kiribe ez jin im, mîna wê ku di hemû rojên din yên salê li dunyayek din de razabim, di 8`ê Adarê de min hişyar dikin, ji min re dibêjin ku tu jinî.

Dîsan deng bi durişmên daxwaza mafên zêdetir bo jinan bilind dibin, û siloganên azadiya ji zilm û zordariya li ser jinan deng bilind dikin, di wê rojê de mafên jinan bi dest xistine û yên ku heta niha bi dest nexistine tên nivîsandin.

Çawa ku jin li yarîgehekê li dijî lehengekî ezelî radiweste, jê re jî mêr tê gotin, ew leheng e ku hemû cesaret, qehremanî, jêhatîbûn, cesaret û her tiştê ku di dirêjahiya dîrokê de bidest xistiye, li ser navê wî zayenda mêr daye.

Desthilat, dewlet, siyaset, ol û civak bi giştî, ev mêre ku hemû hêz ji sînga wî diherikin, tevahiya rêyan li ber lingê wî dest pê dikin, tevahiya aqil û hiş li serê wî derdikevin, tevahiya desthilatên siyasî li ber destê wî de kom bûne û hemû ronahiya li ser rûyê erdê li destên wî de kom dibin û belav dibin, hemû dîrok ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin, hemû mîrat bi îradeya wî tên parvekirin, hemû olan zayenda wî hildigirin, hemû çand rengê wî digirin û … hwd, mîna vê ku jin mexlûqek ji tixmê mêran cuda be.

Mîna ku jin ji gerstêrka din daketibe û zilamên bi rûmet xwediyê axê bin, jin gerîla ne û di bin erdê de şer dikin, her sal vê têkoşînê bi bîr tînin û xwedî dîrokek taybet in.

Her sal li ser destkeftî û têkçûnên jinan, li ser paşeroja mexlûqê ku qaşo jin be û qaşo daxwaza mafan dike, danûstandin tên kirin.

Mîna ku jin parçeyek axa ku hatiye dagîrkirin be, an jî çend dilop Av be ku şer li ser tê kirin û tê kuştin.

Li ser navê olê ku bi tevahî îdeolojiya mêranî aniye, hemû pêxember zilam in, hemû pirtûkên esmanî bi zimanê mêran hatine nazilkirin, li ser navê vê olê tê darizandin, cezakirin û ji mafan tê girtin.

Ev ne reşbînî û ne jî zêdegavî ye, bav û kalên me hînî me kirine ku ev dereweke bi hezar salan e û me jê bawer kiriye.

Ma ne ew e ku 8ê Adarê ji bo me destnîşan kirine û her sal destkeft û mafên me dihesibînin?

Ez hîna jî fam nakim çima jin ji ber ku jin in her tim divê bên berevanîkirin!?

Mîna ku jinbûn tiştekî li derveyî qada mirovahiyê ye, mîna ku jin tişteke ku bahozan di gel xwe anîbe.

Çima berevaniyê jê nakin ji ber ku ew mirov e? Kîjan wateya wê ya berfirehtir e, jin bûm an mirov bûm li asta milê mêr de? Çima rojek bi navê roja mêran nayê desnîşankirin?

Ji ber ku mêran xwe kirine xwediyê hemû roj û deman, ji ber ku mêran serdestî li hemû roj, dem, cih, dîrok, dar û kevirên jiyana me kirine, ez çawa dikarim cihê mêran di desthilatdariyê de bigrim û jê re îspat bikim ku ez im. Tiştek ne kêm e, heke ez jê re îspat nekim ku ez mirovek mîna wî me? Ger ez her sal jê re bibêjim ez jin im, lê ji bîr neke ku di hember wî de biqîrim û bêjim ez jî mîna wî mirov im.

Tişta ku ez li vir dixwazim bibêjim ne redkirina zayenda jinê ye, redkirina çanda ku mohra mêraniyê hildigire û çanda ku her tiştên ku zayenda nêr hildigire bi rûmet dike.

Ez daxwaza vê dikim ku mohra mêr ji her tiştî bê rakirin û ji bo ku mesafe li pêşiya jinan firehtir bibe mohra însanî bê çêkirin.

Ji bo ku ez daxwaza rakirina ramana mêraniyê bikim, divê ez ramana femînîzmê nekim..

Divê ez daxwaz bikim ku hemû çand û ramanên mêranî ji holê rabin û li şûna wê zimanê mirovatiyê bê bigire.

Ji bo ku tu zayend careke din nekare zayendek din biçewsîne, şûnda ramana mirovahiyê bigire. 

Jin di tu tiştî de ji mêran kêmtir nînin, ne di warê civakî de, ne di warê siyasetê de, ne di warê perwerdehiyê de, bi ti awayî ku nikaribe di asta mêran de bisekine û bi qasî ku berhemdar be, bixebite.

Lê belê bi hinceta ku jin e û ne kêrhatiyê gelek berpirsyariyan e, xwe di bazna teng a bi navê bazna jinê de, xwe ji gelek qadan dûr dixe.

Di dîroka têkoşîna jinê ya ji bo wekheviya mêran de ev yek her tim zirareke mezin daye dirûşmên wan û weke mirovan zilmek mezin li xwe kiriye.

Ev yeka jî ku gupka daxwazên jinan dabîn dike, wekhevî ye, ji ber ku veqetîna li ser navê bazineya jinan li hemberî mêr, me nake mêr.

Ger em di heman çemberê de li kêlega hev rawestin, em ji du mirovan zêdetir in, ne kêmtir in.