Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biryardar yekî din e, hilbijartin henek e

16:18 - 12 Şibat 2024

N: Mojgan Elîpûr

 

W: Hesen Mukerem

 

Di hilbijartinên serkomariya Îranê yên sala 2013`an de, endamê Encûmena Çavdêriya Îranê Ebas Elî Kedxwedayî ji Hesen Rûhanî xwestibû ku Refsencanî ji redkirina wî agahdar bike. Rûhanî henekê xwe dike ku wê yekê ji Refsencanî re bêje, lê divê kî jê re redkirina wî bibêje? Herçend ku niha ev yek li serê Hesen Rûhanî de jî derbas dibe û bo vê dewra endametiya meclisa Xêbrgana Rêberî hatiye redkirin.

Roja Çarşemî 4ê Rêbendanê, yanî 10 sal piştî wê bûyerê, Hesen Rûhanî li ser rûpela xwe ya fermî ragihand ku ji aliyê endamekî Encûmena Çavdêriyê ve hatiye agahdarkirin ku nikare bibe berbijêr û Rûhanî heta niha 5 dewran li Meclisa Şêwra Îslamî, 3 dewran li Meclisa Xubirigan û 2 dewran jî bûye serkomar.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 11ê meha Reşemê yên Îranê re, berpirsên Komara Îslamî ya Îranê dîsa bi lez û bez di dirêjkirina temenê desthilata xwe de ne, û bi awayên curbicur bang li xelkê dikin ku beşdarî hilbijartinan bibin. Her çend li Îrana di bin desthilatdariya meleyan de hemî postek bi tenê rûberî ye û Weliyê Feqîh xwediyê desthilatdariya tam e.

Lê, hilbijartin tenê şanoyek e ku çavên gel pê girêde û kumekê danê li serê cîhana navneteweyî û bêje ku em rewatiyê ji gel distînin. Lê di van salên dawî de helwestên gelên Îranê bi taybet tevgera Jînayê nîşan didin ku rejîmê rewatiya xwe ji dest daye û divê here. Helbet divê em bibêjin ku li Rojhilatê Kurdistanê her ji destpêkê ve xwedî wê rewatiyê nebûye û jê re gotin “na”!

Li Îranê piştî derbasbûna zêdetirî ji çar dehkan li ser desthilatdariya, di bin hakimiyeta Komara Îslamî de, pêkhateya Komara Îslamî nehatiye guhertin, Li şûna wê de siyaseta êrîşkar û dagîrkeriyê pêş xistiye, destverdanê di karûbarên welatên herêmê de dike û li Rojhilata Navîn de dibe sedema alozî û tevlîheviyê û çekdarkirina milîsên xwe di bin navên cuda de, kirîza navxweyî kûrtir kiriye û dûkela agirê ku pêxistî dikeve nav çavên xelkê Îranê ,rejîm di hemû aliyên siyasî, aborî, çandî û civakî de di nava krîzeke mezin de ye û astê pirsgirêk û kirîzan roj bi rojê mezintir û mezintir dibin.

Hilbijartinên azad yek ji bingehên dêmokrasiya her welatekî ye, lê pirs ev e ku gelo ya ku li Îranê tê lidarxistin, hilbijartinek azad e?

Rejîma siyasî ya niha ya Îranê her li destpêkê bi bername siyaseta xwe darêtiye.

Desthilatek dîktatorî ye, lê dîktatoriya ku bi nîşaneyên dêmokrasiyê bi awayekî formalîte tê meşandin û tê îdiakirin ku hilbijartin ji bo desthilatdariya siyasî girîng e û rikeberî di nav de heye, Lê di dawiyê de hemû hêz vedigere bo destê yek kesî, Weliyê Feqîh, ku di vê parzûnê re derbas bibe. Piraniya îraniyan ji ber ol, meseb û neteweya xwe û her wiha ji bo jinan û kesên ku bi prensîbên Weliyê Feqîh bawerî nebin, ji vê parzûnê derbas nabin. Dema ku wisa ye hilbijartin li Îranê tenê amûra rewatîdana yasayî bi rejîmê ye.

Lê, tiştê ku vê hilbijartinê ji hilbijartinên din cuda dike ew e ku civaka Îranê di warê hişmendiya siyasî û rûbirûbûna rejîma dîktator de derbasî qonaxeke nû bûye ku di Tevgera Jînayê de gihîştiye gupka herî bilinde xwe, Ji aliyekê ve yekîtiya gelên Îranê li dijî rejîmê ji her demê zêdetir rûçkê veşartiye Komara Îslamî nîşanî cîhana navneteweyî daye û Ji aliyeke din ve asta tepeserkirin û tundiyê li dijî daxwazên ser şeqaman hêrsa xelkê li dijî rejîmê zêde kir û xelkê êdî baweriya xwe bi çaksaziya sîstema siyasî ya Îranê nemaye û daxwaza jinavçûna rejîmê dikin, ku ev yek bi serê xwe bêparkirina rewatiya ku Komara Îslamî bi pîlan cehdê dike bidest bixe .

Ji ber vê yekê redkirina mafê Hesen Rûhanî ku bi xwe bi salan postên bilind li welêt hebûne û desthilatdar bûye, Ev nayê wateya hatina kesekî ji wî baştir, belku hîleyek nû ye ku kirîzên kombûyî yên Îranê li ser bêhêziya serokekî bi nav bike û soza reforman bide xelkê, Lê niha gelê Îranê dizane ku ji berbijêrên ku parzûna Encumena Çavdêriyê derbas dikin xirabtir tiştek nine, tev xerab in û hêviya guhertinê di nava vê rejîmê de nîne.