Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehîd bi jiyana xwe welatekê ava dike

16:36 - 31 Adar 2024

N. Kerîm Perwîzî

 

Ev roja ku di bêdadgehiyeke rejîma zêdexwaz a Paşayetiyê de, cezayê îdamê yê nemirovane bi ser Pêşewa yê nemir hat dayîn, wî got hûnê Qazî Mihemedekî bi dar vekin, lê ev Kurdistane dê tejî be ji hezaran Qazî Mihemedên dinê!

Nemir Dr.Qasimlo ji hevalên xwe re gotibû ku piştî mirina wî bila li ser gora wî binivîsin: Dema ez bimirim Kurd namir e! Nemir Dr.Seîd di rêûresima taybet a ji bo bîranîna Dr:Qasimlo de got: Em soza xwe digel şehîdên xwe nû dikin ku yan di vê rê de serdikevin yan serê xwe di vê rê de didin.

10ê Xakelêwê salroja îdamkirina Pêşewa û hevalên wî ji aliyê desthilata xwe sepîn û zêdexwaz a Paşayetiyê ve ye, di dirêjahiya tevgera neteweyî demokratîk a Kurd de, bi hezaran kesî di vê rêbazê de canê xwe goriyê serwerî û bexteweriya Kurdistanê û netewa Kurd kirine, li pêxema avakirina welatekî tijî avedanî û wekhevî û dadperweriyê de canê xwe yanî mezintirîn sermaya jiyanê fîda kirine, û ji ber wê jî ji bo rêzgirtin, bibîranîn û berdewamkirina bîranîn û rêya hemû şehîdên Kurdistanê, 10ê Xakelêwe wek roja şehîdên Kurdistanê hatiye naskirin..

Şehîdbûn di rêyeke tijî serbilindî û serwerî de, wateyekê ji ramana kûr a ku rêberên şehîdan wane dane digire. Di waneya dîrokî ya ku di tevahiya jiyana têkoşîn, fîdakarî û qurbanî dan li Kurdistanê de hatiye bidestxistin û rêberên vî gelî behsa wê kirine, şehîdbûn tê wateya dubarebûna bi hezaran takên têkoşer.

Di wê wateyê de ku nemir Pêşewa dibêje, mirin û îdamkirin ne dawiya şehîdekî ye, belkû destpêkek din e ku bi hezaran kesên din di vê riyê de pêngavan dihavêjin, di heqîqetê de wêneya xebatkariyê bi hezaran lê çê dibin û di nav kûrahiya civakê de tovê xebat û cangorîkirinê tê çandin, nifiş li pey nifişê xebatkarên mafxwazên  din serî radikin ji nû ve derdikevin holê û her ji ber vê yekê ye ku dibêje bi îdamkirina Qazî Mihemed bi hezaran Qazî Mihemedên din dê çêbibin.

Heman waneya ku Dr.Qasimlo berdewamê rêya Pêşewa ye, di qonaxeke din de dibêje, Kurd bi mirina min namirin! Yanî şehîdbûn ne mirina neteweyekê ye, bûyîna bi hezaran îradeya têkoşînê ye ku neteweyekê zindî dihêle.

Lewma waneya têkoşînê û karwana têkoşînê ji devê Dr. Seîd de berdewam dike û dibêje yan em ê serê xwe li pêxema serbilindiyê de dabinên yan jî em ê li jordahiya serbilindiyê bi dest bixin! Ev peyama girîng a berdewamkirina têkoşînê û jidayikbûna îradeyê û îsbatkirina hebûna neteweyî ye ku dibêje bi şehîdkirina kurên xwe yên bijarte ez teslîm nabim, hebûna xwe îsbat dikim û welatekî geş ava dikim.

Peyama ku em ji şehîdên Kurdistanê distînin, heman waneya hêja û heta hetay ye ku rêberê me yê şehîd dibêje: Baştirîn xelat ji bo şehîdan berdewamkirina rêya wan e.

Me mêjveye soz daye ku em li ser şehîdbûna şehîdên xwe negirîn û dest li ser çokan nemînin. Di heman demê de em berdewamkirina rêya şehîdan bi tolhildanê nahêlin jiberku canê wan di şereke şexsî de nehatiye standin da ku bi tolhildanekê dawî bi mijarê bê belkû şehîd canê xwe li pêxema avakirina nîştimanekê bo azadî û wekhevî û dadperweriyê gorî kiriye, Tevî ku divê rojekê destên sûcdaran bên kurtkirin û sûcdar di dadgeheke dadperwerî de bên cezakirin jî, em li şûna tola şehîdên xwe yên ku ji bo edalet û azadiyê gorî bûne û tenê bi berdewamkirina rêya wan şehîdên xwe bidomînin wiha xewna tolhildana rastîn dê pêk were.

Lewma jî bi vê felsefeya têkoşînê û berdewamkirina rêya ku em dibînin, pêvajoya têkoşîna Kurdistanê gihiştiye wê astê ku di şoreşa Jînayê de neteweyek bi giştî li ser hest û helwest û serhildana li dijî zilmê bûye erkek rojane, Ev peyama girîng a rêberên şehîdên Kurdistanê ye ku gihîştiye her kuncikekî welat û bi sedan kes di şoreşa Jînayê de canê xwe fîda dikin da ku bigihêjin xewna azadî, serxwebûn, dadperwerî û welatê ne xerîbê xwe. !

Lewma di berdewamiya şoreşa Jînayê de, di Newroza meşaleyên rizgariyê de, yên ku agirê Newrozê pêdixin, bav, dayik û malbatên serbilind ên şehîdan in di rastiyê de pêxistina meşalên rizgariyê bi destê ciwan, jinan û mêrxasên welat in û agirê dirêjedan bi rêbaza şehîdan geş radigirin.

Nêrîneke kurt li pêvajoya têkoşîna neteweya demokratîk a Kurdistanê ya ji serdemê Komarê ve, ji me re dibêje ku bêyî fîdekariya lawên leheng ên welat û pêşengiya rêberên hişyar û fîdakar ên Kurdistanê, ev têkoşîn ewqas berfireh nedibû, em dibînin ku êdî erkê tekoşîna ji bo daxwaz û armancan ne tenê li ser milê çendîn têkoşer û tekoşîna Kurdistanê ye ji bo avakirina welateke tijî dadperwerî, îdalet û azadî, li seranserê Kurdistanê bûye tekoşînek girseyî. .

Di dawiyê de, bi bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê, hemû şehîdên ku di rêya azadiyê de canê xwe gorî kirine, ji şehîdên Komara Kurdistanê heta şehîdên dawî yên van roj û mehên dawî, silavên xwe ji hemû malbatên serbilind ên şehîdan re dişînin, û herwisa soza berdewamkirina rêya şehîdên Kurdistanê dubare dikin.

Şehîdbûn ji bo me ne pîrozkirina mirinê ye, ji bo têkoşîna îro ya serbilind û ji bo nifşên paşerojê jiyanek azad û bextewar e.

Bîranîna şehîdan bilind û  Kurdistan serbilind be