Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêkên girêbesta civakî di civaka Urmiyê de

14:53 - 6 Adar 2024

N. Elî Munezemî

 

Girêbesta civakî di Rojhilata Kurdistnê de bi giştî, di herêma Bakûrê Rojhilatê Kurdistanê û bi xasma bajarê Urmiyê de, bi sedema dagîrkariya Îranê û cihêrengiya xelkê hêşta xîmê wê livok e nekariye hemû qetên civakê bi hev ve girêbide. Ewê yekê di dema propagandayên bo hilbijartina parlemana rejîmê di bajarê Urmiyê de zêdetir xwe nîşan da gava ku hindek berbijêrên turkên azerî di axaftinên xwe de hêrîş kirin ser kurdan û ew bi «mêvan û koçber» binav kirin û ewê yekê jî pêlek bersivên kurdan yên tund pey xwe re anîn û kurdan jî azerî bi «paleyên kirêçî» û «xwêfiroşên bi barê kera» binav kirin. Gelo sedemên wan çalakî û bertekan çi bûn û çi ne?

Wateya girêbesta civakî dikare pirreng û girêdayî bi wê xalê be ku mirov tê re bera xwe dide meselê. Bo mînak yek dikare bibêje ku girêbesta civakî peymaneke bo hemû hemwelatiyan, Lê yekî din dikare bêje ku peymana civakî hizr û ezimûneke bo wê yekê ku rêkxistin û saziyên bingehîn yên di civakê de çawa dibe bêne dîzaynkirin. Yan yekî din jî bêje ku girêbesta civakî têgihiştinek berfireh a mafên hemwelatiyan yên bingehîn û erkên hevbeş ên li hember hev, wekî hemwelatiyên wekhev e.

Gava ku em mêzeyê wan her sê nimûna dikin, dixûye ku girêbesta civakî li civakeke wek a bajarê Urmiyê de, xîmê wê li ser cemedê ye û pirsgirêk an gotinek piçûk dikare bertek û reaksiyonê mezin li pey xwe ve bîne û berjevendî û qazancê hemû deste û grûpan bi hev re bişevitîne. Esasa wê yekê jî dizivire bo siyaset û pîlanên dagîrkarane a rejîma Îranê ku li pêxema parastina serdestiya xwe û neteweya serdest de, civak polarîze kiriye li ser cemserên dij hev heta ku hêsantir bikare wan kontrol bike û wan li bindestiyê de bihêle.

Xelkê Urmiyê bi kurd û azarî ve biryar dabûn ku di wê gera hilbijartinên parlemanî a rejîma melayan de pişikdar nebin. Lê li ber ku rejîm bikare xelkê bikşîne ser qotîyên dengdanê, kete gerandina pîlanan li rêka mohre û kirêgirtiyên xwe ve. Li hêlekê mohreyên sîxur-pasdarên xwe yên azerî û li hêla din ve jî caş û xwefiroş anîne meydanê û bi afirandina atmosfereke nexweş di navbera kurd û azerîyan û di navbera eşîran de, karî ew zeliqoka civakî tenik bike û hindek kesan li herdu aliyan bêxe xizmeta armancên xwe yên siyasî. Başe gelo kurd û azerî çima û çawa li aliyê rejîmê ve têne xapandin? Bersiva wê pirsê hem hêsan û hem jî gelek dijvar û zehmet e. Karbidestên Îranê bo parastina serdestiya xwe û neteweya xwe sîstemeke hiyerarşîk di navbera neteweyên bindest de afirandine ku ewan bi hêsanî dike dijberê hev û dêxe xizmeta neteweya serdest de. Bo mînak di wan herêmên ku kurd û azerî bi hev re tê de dijîn, ewan saziyên desthilatdariyê wisa awa kirine ku têde azerî li ser kurdan de serdest bin û fars jî di ser azeriyan de. Kurd li ber ku di jiyana xwe ya rojane de tevî karbidestên azerî dibe alî, ji bîr dike ku azerî jî bi xwe bin destê dagîrkerên fars de ye û dibe kurd û azerî bi hev re alîkar bin bo herifandina serdestiya neteweya serdest. Li hember de jî azerî ji bîr dikin ku bindest in û ew dibe tewî kurdan alîkar bin ku her du alî xwe li bindestiyê rizgar kin. Li hember de cehd dikin ku kurdan li bindestiya xwe de bihêlin û hemû cehd û xebata wan bo hindê ye ku kurd negihîjin bi azadiyê. Li ber wan hizr û têgihîştina xelet û çevt, her 2 aliyên kurd û azerî rikê ji hev digrin û ew bonda civakî di navbera wan de lavaz û qels dibe. Ew yeka jî fersendê dide farsan ku wan tepeser bike. Yanî her sê mînakên me li ser girêbesta civakî li jor bas kirin, bi hev re namînin. Li hêlekê girêbesteke civakî bo hemû hemwilatiyan tine ye, li hêla din jî sazî û rêkxistinên civakî yên bingehîn wisa hatine dîzaynkirin ku ne tenê di xzimeta hemû hemwelatiyan de nîn in, belke bi xwe hereşe ne bo ser parek zaf a hemwelatiyan û erk û mafên wan yên bingehîn binpê dike.

Pêdivîye rewşenbîr û siyasiyên herdu neteweyan zêdetir li ser wê pirsê berçavronîyê bidin xelkê xwe û wan li wê dijberiya ne ber bi aqil biparêzin û bi wan bidin zanîn ku azadî û rizgariya herdu neteweyan li hevkarî û hevxebatiyê de ye û ew yeka li aliyê nifş û rêberên berê, bi xasma li serdema komara Kurdistan û Azerbaycanê de bi başî hatibû famkirin û encamdan.

Her wisa erka rewşenbîr û nifşa nû a kurd e ku nehêlin bi seha eşîritî bêne xapandin û dibe bizanin ku ew tişta ku me hemûyan bi hev re girê dide û pêşeroja me ronahî dike, kurdbûna me ye. Em dibe cehdê bikin ku li serdema hizr û ramanên eşîretî derbaz bin. Li ber ku serdema nû şêveyeke nû a jiyan dixwaze ku çarçoveya eşîretî bo teng e. Nabe ku kes xwe bike fîda bo hizrên eşîretî.

Pêşeroj yê di berjewendiya neteweperwer û welathezan de be. Em li ser wê bingehê girêbeseteke xurt a civakî-Kurdistanî awa bikin ku hemû pêkhateyên kurdistanê xwe tê de bibînin.