Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê 3 kurên Îsmaîl Heniye yê berpirsê Hemasê kuştin

11:39 - 11 Nîsan 2024

Li êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de 3 kurên berpirsên Hemasê “Îsmaîl Heniye” hatine kuştin û pêka raporên belavbûyî kurên wî, berpirsê leşkerî yên Hemasê bûne.

Roja Çarşemî 22ê Xakelêwe li demjimêrên şevê de 3 kurên “Îsmaîl Heniye” yên bi navên “ Emîr Heniye yek ji fermandeyên beşa navendî ya leşkerî ya Hemasê, Mihemeh Heniye yek ji kesên leşkerî yê Hemasê û Hazim Heniye” ku li beşa leşkerî ya Hemasê de bûne, kevtine ber êrîşa balafireke Îsraîlî û hatine kuştin.

Pêka raporên belavbûyî, ew 3 kurên “Îsmaîl Heniye” bi armanca encamdana operasiyonan li Xezê, hatibûne şandin ku li rê de û li rojavayê bajarê Xezê de bûne armanca balafireke Îsraîlî û bi maşînê ve hatine teqandin.

Pêka rapora kanal 24 a Herêma Kurdistanê, li vê êrîşê de tevî kuştina 3 kurên Îsmaîl Heniye, 3 neviyên “Îsmaîl Heniye” jî hatine kuştin û kurekî din ê wî jî hatiye birîndarkirin.

Hemasê bi pîlana rêjîma Îranê û bi rêya encamdana cinayetên hovane, şerekî bi xwîn li Xezê de da destpêkirin ku encama vê kawilbûna Xezê û malwêlraniya çend milyon kesan û kuştin û birîndarbûna 10an hezar kes ji xelkê Felestînê bû û bi wî awayî rêjîma Îranê karî Xezê bide kawilkirin û xelkê vê jî bide kuştin.