Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesên nenaskirî serê 8 pasdarên rêjîma Îranê li Sûriyê de birîn

11:42 - 11 Nîsan 2024

Li êrîşa kesên nenaskirî de bo ser binkeyeke spaha pasdaran a terorîst li Sûriyê, 8 pasdarên rêjîma Îranê hatine kuştin û pêka gotina “Çavdêrî Mafê Mirovî li Sûriyê”, ew pasdarên terorîst hatine serjêkirin.

Pêka Rapora Çavdêrê Mafê Mirovî yê Sûriyê” kesên nenaskirî li nêzî bajarê “Elmeyadîn” li parpêzgeha “Dêrezor”ê de bi çeqûyan êrîş kirinê ser binkeyeke spaha pasdaran a terorîst û 8 kes ji pasdarên li vê binkeyê de kuştine û herwisa şêwaza kuştina wan pasdaran, bi awayê serbirîn daye zanîn.

Rêjêma Îranê bi dirafê xelkê Îranê û bi armanca çêkirina fitneyan bo bi kuştindana xelkê Sûriye û Lubnanê, binkeyên spaha quds li wan welatan de ava kiriye û her carê hejmarek ji çekdarên terorîst ên rêjîmê li wan binkeyan de têne kuştin.

Heta niha rêjîma Îranê li derheq vê êrîşê û nasnameya kesên ku hatine kuştinê, ti zanyariyek belav nekiriye.

Heftiyek berî niha jî hejmarek ji fermandeyên terorîst ên rêjîma Îranê û berpirsên payebilind ên spaha quds li Lubnan û Sûriyê, li konsûlxaneya rêjîmê li Sûriyê de bû armanca 6 mûşekan û bi binayê ve hatine teqandin û hatine kuştin ku niha bo rêjîma Îranê bûye çalişeke micid.