Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbulahê ji başûrê Lubnanê ve bi dehan mûşekan Îsraîl kire armanc

11:37 - 13 Nîsan 2024

Di demekê de ku ev çen roje rêjîma Îranê piştî êrîşa Îsraîl bo ser balyozxana xwe li Sûriyê de û kuştina çendîn pastarên pile bilin, berdewam gefa tolhildan û êrîş kirina bo ser Îsraîl dike, rengê hindê dide ku bi havêtina çend mûşekan ji Lubnanê ve û ji aliyê Hizbulahê ve, dawiyê bi vê pirsa gefa tolhildanê bîne.

Şeva derbasbûyî, Hizbulaha Lubnanê ku girûpekî girêdayî bi rêjîma Îranê ye, ji başûra Lubnanê ve, bi 50 mûşekan Îsraîl kire armanc.

Nêzî bi hemî mûşekên Hizbulahê her li esman de û bi sedema sîstema berevaniya “ Gunbeda Asinîn” a Îsraîl ve hatne teqandin.

Rêjîma Îranê bi haydana girûpên milîs ên girêdayî bi xwe, ku nav jê danaye Eniya Muqawimet cehd kiriye ku hertim devera Rojhilata Navîn aloz bike û hebxwe jî ji dûr ve temaşe bike, herwek çavan bi haydana Hemasê bû sedemê şerê malvêrankere Xezê û kuştina dehan hezar kesan, komara Îslamî niha dixwaze bi haydana Hizbulahê, Lubnanê jî bi heman derdê Xezê de bibe.