Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya welatan daxwaz ji welatiyên xwe kirin ku neçne Îranê

11:40 - 13 Nîsan 2024

Piştî gefên rêjîma Îranê û egera êrîşa tolhildanê bo ser Îsraîl, piraniya welatê cîhanê daxwaz ji welatiyên xwe kirin ku ji serdana Îranê xwe biparêzin û yan hekî li Îranê de ne, wî welatî terik bikin.

Firanse, Alman, Swîd, Otrîş, Birîtaniya welatiyên xwe agehdar kirin ku bi sedema nehêminiyê û egera şer û êrîşên Îran û Îsraîl bo ser hev, ji çona bo Îranê xwe biparêzin.

Herwisa çendîn welatên Erebî jî daxwaz ji welatiyên xwe kirine ku ji çona bo Îran, Lubnan, û Îsraîlê xwe biparêzin.

Herwisa Firansê firîna balafirên misafiriye şirketa Ayêr Firansê heta demekî nexûya bo Îranê rawestand.

Şirketa Firokevaniya Loftanza a Alman jî ragihand ku firînên xwe awayekî demkî bo Îranê sekinandin.

Welatê Otrîşê jî ji bilî evê ku daxwaz ji welatiyên xwe kir neçne Îranê, geşta firokevaniya wî welatî bo Îranê jî rawstand.

Çendîn nûçegihaniyên bi navûdenge cîhanê ji wan Roytêrzê ji nûçegîhanên xwe xwast ku li egera êrîş û şer de li welatên Îran, Îraq, Sûriye, Lubnan û Îsraîlê de, xwe biparêzin û ewlehiya xwe berçav bigrin.