Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayekî malnişînkirî bo carek din li bajarê Giyelanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê hate girtin

11:43 - 13 Nîsan 2024

Selman Ulfetî mamostayê malnişînkirî û çalakvanê medenî, xelkê bajarê Giyelan ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, carek din ji aliyê hêzên ewlehî ya wî bajarî hate girtin, navbirî sala derbasbûyî jî bo heyamekî hatibû girtin.

Li gorî Nûçeya Rêkxirava Mafê Mirove Hengawê, demjimêr 8ê sipêdeha roja Înê 24ê Xakelêweya 1403 a Rojî, Selman Ulfetî temen 60 salî û mamosteyê dibistana Giyelanê ji aliyê hêzên Îtilaata spaha pasdaran ve hate girtin.

Her li gor nûçeya Hengawê, hêzên Îtilaata sipaha pasdaran li yek ji şeqamên bajarê Giyelanê maşîna Selman Ulfetî ragirtine û navbirî girtina herwisa bo cihekî nexûya veguhastine.

Hêzên Îtilaatê piştî girtina Selman Ulfetî, bi bê molet mala navbirî vekolîne û siwîç û maşîna navbirî radestê malbata wî kirine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyî, sedema girtin û tohmetên ku biser navbirî de hatinî sepandin û cihê ragirtina wî ti zaniyariyek li ber dest de nîne.